​​​​​​​Desteya Tenduristiyê derziyên pêvedana mar û dûpişkan dabîn kirin

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê 700 derziyên pêvedana dûpişk û maran, her wiha nexweşiya qudûzê peyda kirin û niha li nexweşxaneya Kobanê hene.

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê derziyên pêvedana mar û dûpişkan dabîn kirin
​​​​​​​Desteya Tenduristiyê derziyên pêvedana mar û dûpişkan dabîn kirin
​​​​​​​Desteya Tenduristiyê derziyên pêvedana mar û dûpişkan dabîn kirin
18 hezîran, 2020   07:14
KOBANÊ

Di demsala havînê de li gund û bajaran mar û dûpişk dibin sedema pêvedana (pêvedan) xelkê.

Tê zanîn ku beriya niha li bajarê Kobanê rewşeke qudûzê (harbûn, derdese) çêbû û zarokê bi navê Ferhan Elî Îsa (13) jiyana xwe ji dest da.

Li nexweşxaneyên herêma Firatê derziyên van haletan tune ne, lê Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê 700 derzî peyda kirin û niha li nexweşxaneya Kobanê ne.

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd anî ziman ku derziya taybet a qudûzê û yên pêvadana maran û dûpişkan ne bi rêya WHO`yê ew dabîn dikin, lê ji sûka hir dabîn dikin, sedema vê yekê jî ji dergeh hemû ji ber Koronavîrusê girtî ne û desteyê nekarî derziyan bîne herêmê.

Ehmed Mehmûd diyar kir ku di nava du hefteyên derbasbûyî de wan 400 derziyên qudûzê dabîn kirine, her wiha 300 derziyên pêvedana maran û dûpişkan û buhayê her derziyekê jî ji 7 heta 8 dolaran e.

Ehmed Mehmûd da zanîn ku li nexweşxaneya Kobanê derzî xwebeş tê dayîn, niha tenê li nexweşxaneyê peyda dibe, ji ber deste nekarî li hemû navendên tenduristiyê yên derdora kantona Kobanê peyda bikira, ji ber dibe madeyên wê xerab bibe ji ber sarinc û alavên parastinê li navendên tenduristiyê yên li bajaran kêm in.A

NHA`yê hejmara haletên qudûsê yên ku ji 15 Gulana derbasbûyî û heta 16 Hizîranê derbasî nexweşxaneya Kobanê bûne, bi dest xist, ew jî 58 halet in 28 ji wan mezin in û niha tê dermankirin.

Bijîşkê giştî Mehmûd Bedran ê ji bajarê Kobanê bi lêv kir ku divê bi awayekî tibî nêzîkî haletên pêvedana maran û dûpişkan bibin.

Dr. Mehmûd Bedran wiha li axaftina xwe zêde kir:"Berî her tiştî divê bi av û sabûnê birîn were şûştin, paşê ji ber rewşên  wiha xetere ne divê yekser nexweş rakin nexweşxaneyê, nabe birînên piçûk werin dirûtin, birînên mezin divê ne zêdetirî du kêlan bê dirûtin, paşê dema çavdêriya haleta kuçik were şopandin divê derziya ‘antîrabik’ bo li nexweş bixînin."

Mehmûd Bedran got ku kûçikên dev li mirovan dikin nabe werin kuştin, ji ber kûçikên dimirin har in û divê bi rêbazekî cuda nêzî nexweş bibin û li gorî wê derziyê lê bixînin.

Têkildarî derziyên maran û dûpişkan Dr.Mehmûd Bedran amaje kir ku du cureyên derziyên mar û dûpişkan hene, ji bo pêvedana dûpişkan 'antisakurbiuwn" û benselîn-C jî heta rewşa nexweş baş bibe divê bistîne ji ber penselîn nahêle jehr berbelav bibe.

Di dawiyê de bijîşk Mehmûd Bedran ji bo pêvedana maran got ku divê ‘iinti fini sanak’ were bikaranîn.

eh

ANHA