Hiqûqnas İsmet İbrahim: Revandin li dijî qanûnên navdelwetî ye

Parêzer Ismet Îbrahîm sûcên çeteyên Tirkiyê li bakurê Sûriyê şermezar kir û got: “Ew li dijî qanûnên navdewletî ne û divê werin darizandin.

Hiqûqnas İsmet İbrahim: Revandin li dijî qanûnên navdelwetî ye
18 hezîran, 2020   06:08
KOBANÊ-HÊZA HESEN-NÎHAD KARO

Di vê dawiyê de sûcên ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde bûne. Asta hovîtiya çeteyan gihaşt asta revandina jinan û girtina wan di girtîgehên veşartî de beyî ku çaranûsa wan eşkere bikin.

Di vî warî de parêzer Ismet Îbrahîm got ku: "Tirkiye ne ji bo parastina mafên kêmneteweya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir. Ew bi  hişmendiya dagirkeriyê derbasî herêmê bû û rê da çeteyan ji bo ku sûcan bi azadî bikin."

Îbrahîm wiha domand: "Revandin li dijî qanûnên navdewletî ye û tu bend ji qanûna navdewletî ji bo pêkanîna van kiryarên derexlaqî rê nade."

Derbarê sûcên çeteyan li Efrînê de Îbrahîm got: "Bûyerên di vê dawiyê de li bajarê Efrînê rû didin ji revandina jinan, bi taybet vîdeoya ku li ser malperên toreya civakî belav bûne ku tê de jinên tazî xuya dibin, li dijî exlaqê ne û asta hovîtiya çeteyan îsbat dike."

Piştî ku çeteyên El-Hemzat bi şêniyên Xûta yên ku li Efrînê bi cih bûne re bi hev ketin, koçberên ji Xûtayê êrişî girtîgeheke çeteyên El-Hemzat kirin. Jinên Kurd ên tazî di girtîgehan de dîtin. Dîmenên vê bûyerê li ser malperên toreya civakî belav bûn.

Îbrahîm bal kişand ser ku rêbaza danûstandina çeteyan bi jinên revandî re û got: “Kiryarên çeteyan derexlaqî ne  û nayên qebûlkirin. Hebûna wî zarokî di girtîgehê de bi jinên revandî re bi xwe sûcek e."

Her wiha Îbrahîm destnîşan kir ku divê bi rêya rêxistinên hiqûqî li dijî Tirkiyê  dozê vekin, ji ber ku ew berpirsên van komkujiyan in.

Di dawiyê de Ismet Îbrahîm got: "Divê her kesek li hember bûyerên rû didin bi erka xwe rabe û berpirs be. Dîrokê jî îsbat kir ku her kesê yan jî aliyê komkujî pêk aniye cezayê xwe ji dadgeha cezayan navdewletî girtiye."

(şx)

ANHA