Saetên dayîna kehrebeyê kêm bûn

Rêveberiya bendava Tişrînê ragihand ku ji ber dewleta Tirk a dagirker asta  ava Firatê kêm kiriye, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dayîna saetên kehrebeyê kêm bûne.

Saetên dayîna kehrebeyê kêm bûn
18 hezîran, 2020   06:07
KOBANÊ

Dewleta Tirk rêjeya ava çemê Firatê ku ber bi xaka Sûriyê ve diherike di destpêka meha Gulanê de kêm kir.

Saetên dayîna kehrebeyê ji stasyona Firat û Tişrînê ji sedî 33 di destpêka vê heftiyê de kêm bû. Ji ber bendav tenê têra 12 saet kehrebeyê derdixe. Beriya wê jî 18 saet bûn û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihat belavkirin.

Rêjeya avê ya heyî ku ber bi xaka Sûriyê ve diherike di navbera 150 – 200 m3 di xuleyekê de ye. Berovajî lihevkirina Sûrî – Tirkî di sala 1987`an de ku Tirkiyê 500 m3 di her xuleyekê de bide û li Iraq jî ji sedî 60 ji heman miqdarê digre.

Pirsgirêka avê ku Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê ji beriya çend salan ve bikar tîne, doza peydakirina ava vexwarinê ji niştecihên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tehdîd dike. Her wiha kêmbûna saetên dayîna kehrebeyê û gefên li dijî berhemên herêmî ji zeviyên çandiniyê yên li ser qiraxa çem.

Gerînendeyê Giştî yê Bendava Tişrînê duyemîn mezintirîn stasyonên kehrebe û avê li Sûriyê Mihemed Terbûş diyar kir ku pêwîstiya bendavê bi avê bi rêjeya 300 m3 di her xuleyekê de heye da ku enerjiya kehrebeyê çêke û bi rêya wê dikarin dînemoyekî ji bendava Tişrîn û Firatî pêxin û kehrebeyê bi 105 mega wat, bide.

Ji ber av di golan de nemaye û ew jî ji ber kêmbûna dayîna avê ji aliyê dewleta Tirk ve, rêjeya ava gola Firatê ku 80 km nêzî 3 metreyan ji destpêka Gulanê ve, daketiye.

Mihemed Terbûş destnîşan kir ku heger dewleta Tirk avê di pişt bendavên li ser xaka xwe de bigre, dibe saetên dayîna kehrebeyê bibe 8.

(bx)

ANHA