El-Kulusî: Destwerdana Tirkiyê di Iraq û Rojhilata Navîn de sûcên şer in

Serokê navenda Çawî Kurd a geşpêdana siyasî Mişgel El-Kulusî got: “Êrişên Tirkiyê yên dawîn sûcên şer in. Em serî ji pozbilindiya Tirkiyê re natewînin. Kurdan ji cîhan û gelên azad re îsbat kir ku li hember pozbilindiya Tirkiyê bibin nakevin."

El-Kulusî: Destwerdana Tirkiyê di Iraq û Rojhilata Navîn de sûcên şer in
18 hezîran, 2020   05:54
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd didomîne. Piştî ku balafirên Tirkiyê roja 15`ê Hezîranê herêmên Şengal, wargeha Mexmûr (Şehîd Rustem Cûdî) û Herêmên Parastina Medyayê bombebaran kirin 17`ê Hezîranê ragihand ku wê êrişî herêmên Haftenînê kiriye.

Girêdayî mijarê serokê Navenda Çawî Kurd a geşpêdana siyasî Mişgel El-Kulusî got: “Ev ne cara yekemîn ku artêşa Tirk êrişî neteweya Kurd dike û serdestiya Iraqê binpê dike. Lê Tirkiyê di van êrişên bêserûber de bi awayekî plankirî êrişî kampên Kurdan kir."

‘HEDEFGIRTIN BIXWE SÛCEK E’

El-Kulusî diyar kir ku hedefgirtin bi xwe sûcek şer e, bi taybet li gel sivîl di nav kampan de  dimînin.

El-Kulusî destnîşan kir ku pergala Tirkiyê bi hincetên ne rast destwerdana  Rojhilata Navîn, ji Kurdistanê bigire heta Lîbyayê mafdar dike. El- Kulusî got: “Tirkiye êdî ji hêla derdorên fermî û ji hêla gel ve nayê pejirandin. Bi taybet piştî têkçûna Bihara Ereban. Tevliheviya bi biharê hatiye binavkirin, mask ji rûyê siyasetên dijber ên Enqerê li dijî Kurdan û gelên herêmê daxist.”

`EM SERÎ JI POZBILINDIYA DAGIRKERIYA TIRK RE NATEWÎNIN’

El- Kulusî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Enqere hewl dide ajandeyên xwe li ser gelên herêmê ferz bike, bi taybet li ser Kurdan. Em serî li hember pozbilindiya dagirkeriya Tirk natewînin. Em ê di vê nakokiya çarenûsî de biserkevin. Kurdan ji cîhanê û gelên azad re îsbat kir ku ew li hember pozbilindiya Tirkiyê bi bin nakevin."

Di dawiyê de Mişgel El-Kulusî got: "Em texmîn dikin ku Tirkiye dê êrişên xwe hîna zêdetir bike. Lê tevî wê jî Tirkiye bixwaze nexwaze, Kurd di bidestxistina mafên xwe de bi israr in."

(şx)

ANHA