‘Bi sûcên li Efrînê dikin tolê ji jina Kurd hildidin‘

Hediya Yûsif got: "Tirkiye dixwaze bi sûcên dawî yên li dijî jinên Efrînê dike, tolê ji berxwedana jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê û YPJ’ê hilîne.”

 ‘Bi sûcên li Efrînê dikin tolê ji jina Kurd hildidin‘
18 hezîran, 2020   04:44
ŞEHBA – CAFER CAFO –XANDÎ ELO

Têkildarî sûcên deweta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyê bi taybet sûcên li dijî jinên li herêmên dagirkirî, endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif ji ANHA‘yê re axivî.

‘JINÊN KURD ÇANDA XWE PARASTIN ‘

Hediya Yûsif bi bîr xist ku di dirêjehiya dîrokê de li dijî gelê Kurd sûcên pişaftin, qetilkirin û dagirkirinê hatin meşandin û got: “Lê bi saya jinê çand û wêjeya Kurdî parastî ma. Tirkiye û çeteyên wê niha vê yekê li Efrînê dikin, niyeta wan ew e ku çand û wêjeya Kurdî ji holê rakin."

Hediya Yûsif anî ziman ku dema êrişî kantona Efrînê kirin, ne tenê êrişî erdîngariya kantonê kirin û wiha pêde çû: "Ji qetilkirin û koçberkirina sivîlan têr nebûn, xwestin civaka Kurd a Efrînê, çand û zimanê Kurdî, sîstema demokratîk a li herêmê hatibû rûniştandin qir bikin û deverên wê yên dîrokê yên ku vedigerin hezarên salan rûxandin.”

Hediya Yûsif  diyar kir ku gel li hemberî siyasetên ku li ser hatine ferzkirin li ber xwe dide û axaftina xwe wiha domand: “Li  hemberî siyasetên ku dagirker ferz dikin şêniyên Efrînê yên li kantonê mane li ber xwe didin. Ji ber vê Tirkiye û çeteyên wê gelek caran siyasetên xwe yên li hemberî şêniyan didin guhertin da ku armancên xwe bi cih bînin. Li aliyekî zimanê Tirkî ferz dikin, li aliyekî din jî tundiyê bi kar tînin. Kesên bi temen ên ku dîroka herêmê di bîra xwe de hilgirtine ji kiryarên dagirkeran nefilitîn. Bi sedan hatin revandin, îşkencekirin û dîmenên wan ên qeyd kirine ji malbatên wan re şandin da ku fidyeyê bidin û mezinên xwe ji destê wan wehşan xilas bikin. Ruxma wê jî hatin qetilkirin."

‘BINPÊKIRIN, RAKIRINA TOLÊ JI JINAN E‘

Hediya Yûsif destnîşan kir ku ev sûc ji bo tolê ji jinan hilînin, tên kirin û got: "Jinên di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi salan li dijî Tirkiyê li ber xwe dan, jinên YPJ‘ê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şer kirin û li Efrînê berxwedanek bê hemapa raber kirin. Bi hedefkirina jinên Efrînê dixwazin tolê ji jinan hilînin, lew re sûcên li dijî jinan zêde kirin, jin hatin qetilkirin, tecawizkirin, revandin û girtin. Mînaka herî nêz qetilkirina Melek Nebîh e.

Girtîgehên çeteyan ên li Kilis, Ezaz, Efrîn û Raî jî tijî jinin. Ev hemû ji ber ji jin parêzvana çanda Kurdî ye. Tevî hemû siyasetên asîmîlekirin û înkarkirinê yên li dijî gelê Kurd hatin meşandin, jinan çanda xwe parastin û di nava civaka Kurdî de zindî kirin."

Hediya Yûsif ji bo jinên Efrînê banga serhildanê li hemû jinên cîhanê kir û wiha axivî: "Em dixwazin dengê xwe bighînin hemû rêxistinên ku piştevaniya jinê dikin. Bila nas bikin ku li dijî jinên Efrînî sûc têne meşandin û ji bo jinên Efrînê bikevin tevgerê."

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif avakirina dîwarê parçkirinê û bêdengiya hikumeta Sûriyê ya li hemberî wê şeremzar kir  ev tişt got: "Tirkiye idîa dike ku mafê wê heye dîwarê çiminto lê bike, bi vê dixwaze gelek parçeyan ji xaka Sûriyê qut bike û tevlî xaka xwe bike. Tirkiye vê hesab dike heger ji Sûriyê derkeve wê ew parçeyên ku qut kiriye jê re be. Em van kiryaran şermezar dikin û bêdengiya hikumeta Sûriyê ya li hemberî van kiryaran jî şeremzar dikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DW36GDbxLXo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>