​​​​​​​Hiso: Divê NATO helwesta xwe ji sûcên endamê xwe Tirkiyê re zelal bike

Xerîb Hiso ji NATO’yê daxwaz kir ku helwesta xwe ya li hemberî  komkujî û sûcên endamê wê Tirkiyê re zelal bike û wiha got: “Tirkiye sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê didomîne. Em bang li Kurd û Ereban dikin ku hevgirtî bin ku kiryarên Tirkiyê sînor bikin.”

​​​​​​​Hiso: Divê NATO helwesta xwe ji sûcên endamê xwe Tirkiyê re zelal bike
18 hezîran, 2020   01:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 15’ê Hezîrana vê dewleta Tirk a dagirker êrişên esmanî û bejahî dibe ser herêmên başûrê Kurdistanê. Êriş li ser parêzgeha Şengalê ku tê de Kurdên Êzid hene, li ser wargeha Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ku tê de koçberên berê ji komkujiyên dewleta Tirk revîne hene û li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêk tên.

Hikumet û parlementoya Iraqê, her wiha şêniyên herêmê û gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê, kurdistaniyên li Ewropa êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Li rexma wê jî hikumeta herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî (NY) bê deng in.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso li ser bûyerên li herêmên diqewimin, hedefgirtin û bombebarankirina herêmên ewle yên başûrê Kurdistanê, ji ANHA’yê re axivî.

Hiso bal kişand ser dîroka êrişan û got: “Ev êriş di salvegera komkujiya Sêfo ya ku impratoriya Osmanî di sala 1915’an de li dijî gelên Suryan, Aşur û Keldan, de pêk hat.”

Hiso diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya siyaset û erişên xwe her tim qirkirina Kurd dike armanc, tişta pêk hatiye ne nû ye û wiha pêde çû: “Ev êriş berdewama siyaseta wê ya bêserûber li dijî gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê û gelên herêmê ye. Her wiha gelên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Tirkiyê jî hedef digire."

Hiso wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe yên li ser herêmên Kurd ewlehî, aramî û aştiya şêniyên Kurd tê de ava kiriye têk dibe. Bi wê re jî dixwaze DAIŞ’ê li herêmê vejîne, têkiliyên Kurd, peywendiya ku gel û hikumetên herêmê li ser dixebitin asteng bike. Êrişa dawîn a li ser xaka başûrê Kurdistanê, bi taybet li ser Şengal, wargeha Mexmûr û Herêmên Parstinê yên Medyayê piştî derketina têkiliya ku şêniyên parêzgeha Şengalê bi hikumeta Iraqê re bi hev re li ser rêveberiya herêmê dixebitin, pêk hat. Heman demê de piştî ku gelê Êzdidî herêm ji DAIŞ’ê rizgar kir, pêk hatin.”

Hiso axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk ji alozî û krîza li Rojhilata Navîn, mijûlbûna piranî hêzan bi pêkanîna berjewendiyên xwe derfetê digire ku her tim aloziyê kûrtir dike. Ji ber ew sûdwarê sereke yê pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê, nexasim bi qirkirina Kurdan re, ew jî bi hewldana nixumandina binketina siyasî û aborî li hundirê Tirkiyê ye. Tirkiye bi tevahî rêbazan ewlehî û aramiya li dewletên cîran derbe dike.”

Tirkiyê roja 15’ê Hezîranê ji bo êrişkirinê hilbijart, ev ne sûprîz e û wiha axivî: “Ji ber di wê rojê de Osmaniyan li dijî gelên Suryan û Aşûrî komkujiya bi navê Sêfo di sala 1915’an de pêk anî. Dewleta Tirk li gorî supirîzan naxebite, li gorî planên birêxistinkirî dixebite. Li Tirkiyê tîmên ku li ser planan dixebitin hene. Tirkiye bi êrişa li ser başûrê Kurdistanê peyam dide ku komkujiyên li ser gelan didomîne, her wiha israra pêkanîna komkujiyên mîna Sêfo ne.”

Hiso bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê rexne kir û wiha got: “Em hertim ban li hikumeta Iraqê û Hewlêrê dikin ku helwestên xwe yên li dijî êrişên Tirkiyê yên ku sivîlan dikin hedef, bikin yek.”

Xerîb Hiso bang li NATO’yê kir ku helwesta xwe ya li hember  siyaset û sûcên endamê xwe Tirkiyê  ku dijî sivîlan dike, zelal bike û got: “Ji ber dewleta Tirk bi mebesta civaka Tirk ji civaka sivîl ber bi civakeke leşkerî ve guheriye.”

Xerîb Hiso bang li gelên herêmê kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê gelên herêmê li ser avakirina civakeke demokrat li hev bikin. Da ku xwe bi xwe bi rêve bibin, weke tecrûbeya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha divê hevgirtinek bi hêz di navbera Ereb û Kurdan de hebe. Bi hev re li ser sînordarkirina êrişên Tirkiyê yên li dijî gelên herêmê li ser astên siyasî û leşkerî bixebitin.”

Di dawiyê de hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bang li saziyên civaka sivîl kir ku helwesteke zelel derbarê sûcên ku li dijî şêniyên başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên  aşkera bikin û wiha got: “Ji ber di yekîtiyê de bandoreke zelel li helwesta navneteweyî û raya cîhanê heye. Her wiha ji ber ku vîna gelan çavkaniya hêzê û xwedî biryar e, dive tevahî bibin yek û bi seknekê li hember berjewendî û êrişên dewleta Tirk bisekinin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cn0k7r3PHoI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>