`Pevguhertina lîreyê Sûrî- Tirkî sûcekî aborî ye’

Şêwermendê Rêveberiya Xweser Enwer El- Mişrif got: “Li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, pevguhartin lîreyê Sûrî bi lîreyê Tikrî sûcekî aborî ye, temamkirina veqetandina parçeyek ji xaka Sûriyê ye. Em bêdengiya rejîma Sûrî û civaka navnetewî ya li hember  siyaseta dewleta Tirk, şermezar dikin.”

`Pevguhertina lîreyê Sûrî- Tirkî sûcekî aborî ye’
18 hezîran, 2020   02:39
REQA- EHMED EL-KEMIYAN

Şêwermendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Mişrif derbarê armanca Tirkiyê ji siyaseta ku li herêmên dagirkirî dimeşîne, bi tayber koçberkirin, şandina pereyên xwe ber bi herêmên dagirkirî ve û binketina lîreya Sûrî li beramberî dolar,  her wiha bêdengiya navnetewî li hember sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, ji ANHA`yê re axivî.

Şêwermendê Rêveberiya Xweser got: “Şandina lîreyê Tirkî ber bi herêmên dagirkirî ve ji bo siyaseta tirkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin, xurt bike.”

Enwer El-Mişrif wiha domand: "Armanca koçberkirin û binavkirina hindek herêm û kolanên bi navên tirkî, şewitandina zeviyên çandiniyê, hilweşandina malên sivîlan da ku wan koçber bike, her wiha danûstandina bi lîreya Tirkî re parçekirina axa Sûriyê ye.  Erka civaka navnetewî ye ku tedbîrên bi lez bigre û sûcên dewleta Tirk li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, bisekinîne.”

Enwer El-Mişrif bêdengiya rejîma Sûriyê ya beramberî  sûcên ku dewleta Tirk, şermezar kir û wiha anî ziman: "Em li ber bêdengiya rejîma Sûrî matmayî dimînin. Tu daxuyanî yan jî şermezarkirina ji aliyê rejîmê ve dernektiye. Yan jî rejîm ji ber kiriyarên dewleta Tirk û çeteyên wê razî ye."

Enwer El-Mişrif got: “Bêdengiya rejîmê tê wateya ku ew guh nade xaka Sûriyê û tenê dixwaze parastina desthilatê ye bêyî ku guh bide xwestekên gel.”

Di dawiyê de Şêwermendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El-Mişrif pişterast kir ku çareseriya tekane ji bo başkirina rewşa Sûrî û derxistina gel ji zehmetiyan, derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê di lihevkirina siyasî ya 2254 û li gorî diyalogên Sûrî – Sûrî ku Rêveberiya Xweser û MSD`ê jî banga wê dikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Hxiq6oS_Kf0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>