Rojnamegerekî iraqî: Erdogan li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê sûcên dermirovî pêk tîne

Nivîskar û rojnamegerê iraqî Hazim El-Ubêdî got: “Erdogan bi destwerdanên xwe yên bêserûber û dagirkirina bajarên ji Sûriyê, Iraq û Lîbyayê tevahî qanûnên navneteweyî bin pê kir. Divê li hember reftarên Erdogan ku Tirkiyê beriya dewletên ku dagirkirine xirab kiriye, her wiha qetilkirina sivîlan  bi hincetên derew bê sekinandin.”

Rojnamegerekî iraqî: Erdogan li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê sûcên dermirovî pêk tîne
18 hezîran, 2020   03:32
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Nivîskar û rojnamegerê iraqî El-Ubêdî ji ANHA’yê re axivî û got: "Dewleta Tirk ji bo pêkhanîna xewnên xwe tevlîhev bûye. Ci destwerdana leşkerî bajarên bakûrê Sûriyê dagir dike. Careke din jî balafira Rûsyayê dixe xwar û pîlot dikuje, piştî wê bi çend rojan lêborînê dixwaze. Hin caran jî milîsan sûrî piştî piştevaniya wê ji DAIŞ’ê ya terorîst re hat aşkerakirin, ava dike. Bi wan milîsan bajar û gundên Sûriyê ku tê de birayên Kurd hene, hedef digire, sûcên dermirovî pêk tîne. Her wiha carekê jî dibînin ku  piştgiriya hevalbendên xwe yên Îxwan Mislimîn ên terorîst li Lîbayê dike. Li aliyekî din jî bi krêtiyekê xaka Ereb anku Lîbyaya birîndar bi rêya çeteyên sûrî û DAIŞ’iyên terorîst bi kar tîne û dagir dike."

Rojnamegerê iraqî wiha destnîşan kir: "Sûcên dawîn ên Erdogan bombebarankirina bakurê Iraqê, bi taybet çiyayên Sincar(Şengal) ye. Her wiha bi kûrahiya 180 km heta bi bajarê Şerqata bi hinceta serdegirtina endamên PKK’yê yên Kurd derbasî xaka Iraqê dibe, her wiha tê zanîn gerîlayên PKK’ê beriya çend salan bi hikumeta herêma Kurdistanê re peymanek îmze kir ku  çalakiyên xwe yên leşkerî li dijî hêzên leşkerî yên Tirkiyê li herêmê bicemidînin."

 ‘DIVÊ HER KES LI HEMBER VÎ SÛCDARÊ NAVNETEWEYÎ BISEKINE’

El-Ubêdî wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Erdogan bi destwerdanên xwe yên bêserûber û dagirkirina bajarên ji Sûriyê, Iraq û Lîbyayê, tevahî qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha divê li hember reftarên Erdogan ku Tirkiyê beriya dewletên ku dagirkirine xirab kiriye her wiha qetilkirina sivîlan sivîlan bi hincetên derew bê sekinandin. Ji lew re divê her kesê bi rûmet û azad çi Ereb, Kurd an jî Tirkmen be, bi taybet ên li Ewropa û rojava xwepêşandanan li hember balyozxaneyên dewleta Tirk li dar bixin. Her wiha li pêş parlamentoyên ewropayê jî ku hikumeta Erdogan a terorîst şermezar bikin, divê birayên Kurd li hember vî sûcdarî bisekinin, li serê wî bidin belkî ji xewna xwe rabe."

 ‘HEVALBENDIYEKE XURT DI NAVBERA TIRKIYÊ Û ÎRANÊ DE HEYE KU HERÊMÊ KOTROL BIKIN’

El-Ubêdî wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Di navbera Tirkiyê û Îranê de hevalbendiyeke xurt a pêkanîna planên kontrolkirina herêmê tevî nakokiya li ser îdolojiya di navbera Îranê ya Şîeya tundraw û Tirkiyê îxwanî ya sinî ya tundraw de, heye. Lê belê her duyan li ser derbasbûna nava civakên Ereb û Kurd de, çandina alozî, gendelî û kuştinê li hev kirine. Her wiha Îranê hişt ku Tirkiye bi leşkerî derbasî sêgoşeya sînorî ya Iraq, Tirkiyê û Îranê li çiyayên Qendîlê bibe, êrişî gundên Kurd bike û serdegirtinê pêk bîne. Gundên wan weke çawa Îranê li parêzgeha Kermanşah Kurd a li Îranê şewitandine, bişewitîne."

ANHA