Washingtonê lihevkirina di navbera aliyên Kurd de erênî nirxand

Balyozxaneya Amerîka yê li Şamê lihevkirina destpêkê ya di navbera Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd û ENKS’ê erênî nirxand û lihevkirin weke gavek dîrokî ku dê gelê Kurd û gelê Sûriyê jê sûd bigirin nirxand.

Washingtonê lihevkirina di navbera aliyên Kurd de erênî nirxand
17 hezîran, 2020   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyoxaneyê di daxuyaniya xwe de got: "DYA`yê lihevkirina destpêkê bi erênî nirxand û wê wek gavek dîrokî girîng ber bi lihevkirinek mezintir û hevkariyek piratîk hesiband. Gelên Kurd û Sûriyê dê sûd ji vê lihevkirinê bigirin."

Balyozxaneyê diyar kir ku ev lihevkirin, gavek girîng ber bi koordîneyek siyasî mezintir di navbera tevgerên siyasî ya Kurd li Sûriyê de bi desteka DYA`yê nîşan dike. Dê rolek di çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane li gorî biryara 2254 bilîze.

(şx)