Jeffrey: Her dewletek ku cezayên Sûriyê binpê bike, dê ew ceza li dijî wê werin ferzkirin

Şandeyê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê James Jeffrey ragihand ku dê qonaxek din a cezayan li dijî hikumeta Sûriyê hebe. Her wiha got, her dewletek ku cezayên Sûriyê binpê bike, dê ew ceza li dijî wê werin ferzkirin.

Jeffrey: Her dewletek ku cezayên Sûriyê binpê bike, dê ew ceza li dijî wê werin ferzkirin
17 hezîran, 2020   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyê Amerîkayê yê ji bo Sûriyê James Jeffrey got: "Em ne peyaman ji Beşar El-Esed re dişînin, em bi Rûsyayê re kar dikin da ku biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254 pêk bînin. Em dixwazin agirbestê, lidarxistina hilbijartinan, vegera penaberan û nivîsandina destûrek nû bibînin. Washinton hewl dide li ser asta dîplomasî aloziya Sûriyê çareser bibe. Em naxwazin berbijarka leşkerî bikar bînin. Her dewletek cezayên li dijî Sûriyê binpê bike, dê ew ceza li ser wê bêne ferzkirin, tevî dewletên ku mêvantiya  malbata El-Esed bikin.”

Jeffrey wiha domand: "Rûsya rejîma El-Esed îqna kir ku tev li nivîsandina destûrê bibe, ew jî nîşaneyên erênî ne."

Jeffrey di nav gotinên xwe de rave kir ku ew bi hêvî ye bigihêjin çareseriyekê ji bo ku alîkariyên mirovî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin. Jeffrey bal kişand ser ku azarkişandina gelê Sûriyê berpirsyariya rejîmê û hevalbendên wê ne.

(şx)