​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-6-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-6-2020`AN
17 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

Yekîtiya Werzîşê ya herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û topbarankirina herêmên Şengal û wargeha Mexmûrê meşek navendî li bajarê Qamişlo lidar dixe saet 18:00`an.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Mexmûr, Qendîl û Şengalê dimeşin saet 19:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Parastina Medya , Mexmûr û Şengalê çalakiyekê li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrezê lidar dixe û daxuyanî dide, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongreya Star meşekê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên başûrê Kurdistanê li kampa Veger li navçeya Şêrawa li kantona Efrînê orgenîze dike, saet 17:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Minbicê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk dimeşin saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnas Ismet Îbrahîm sûcên çeteyên Tirkiyê li bakurê Sûriyê şermezar kir û got: "Ew li dijî qanûnên navdewletî ne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêwermendê Rêveberiya Xweser Enwer El- Mişrif got: “Li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, pevguhartin lîreyê Sûrî bi lîreyê Tikrî sûcekî aborî ye, temamkirina veqetandina parçeyek ji xaka Sûriyê ye. Em bêdengiya rejîma Sûrî û civaka navnetewî ya li hember  siyaseta dewleta Tirk, şermezar dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Tirkiye hewl dide mudexeleya Lubnanê bike û pêkhateya sinî û Turkman ji bo wê bikar tîne.

POLÎTÎKA

Xerîb Hiso ji NATO’yê daxwaz kir ku helwesta xwe ya li hemberî  komkujî û sûcên endamê wê Tirkiyê re zelal bike û wiha got: “Tirkiye sûcên xwe yên li dijî gelên herêmê didomîne. Em bang li Kurd û Ereban dikin ku hevgirtî bin ku kiryarên Tirkiyê sînor bikin.”

Nivîskar û rojnamegerê iraqî Hazim El-Ubêdî got: “Erdogan bi destwerdanên xwe yên bêserûber û dagirkirina bajarên ji Sûriyê, Iraq û Lîbyayê tevahî qanûnên navneteweyî bin pê kir. Divê li hember reftarên Erdogan ku Tirkiyê beriya dewletên ku dagirkirine xirab kiriye, her wiha qetilkirina sivîlan  bi hincetên derew bê sekinandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê navenda Çawî Kurd a geşepêdana siyasî Mişgel El-Kulusî got êrişên Tirkiyê yên dawîn sûcek şer e. Her wiha bal kişand ser ku ew serî ji pozbilindiya Tirkiyê re natewînin û got: "Kurd ji cîhan û gelên azad re îsbat kir ku li hember pozbilindiya Tirkiyê bibin nakeve." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Mijara Sûriyê bi salan e rojeva herêmê û cîhanê dagirtiye. Niha jî bi Qanûna Qeyser dîsa di rojeva cîhanê de bû mijara sereke.

JIN

Hediya Yûsif got: "Tirkiye dixwaze bi sûcên dawî yên li dijî jinên Efrînê dike, tolê ji berxwedana jinên Tevgera Azadiya Kurdistanê û YPJ’ê hilîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Bendava Teşrînê ragihand ku ji ber ku Tirkiyê asta ava çeman kêm kiriye, dê kêmkirina saetên derxistina kerhebeyê bikeve meriyetê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Xweparastinê ya girêdayî Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bang li cotkaran kir ku tedbîran bigirin ji bo ku hilberîna pembo ji nexweşiyan biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristî 700 dermanên li dijî pêvedana dupişk, mar û gezên kuçikan peyda kirin. Ev derman li nexwexaneya Kobanê heye. Li aliyek din bijîşkekan rêbazên rast ên danûstandina bi pêvedanan û gezên kuçikan re eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA