Jinên Ciwan navendeke xwe li Helebê vekirin

Tevgera Jinên Ciwan a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên  bajarê Helebê navendeke xwe bi navê Tîmav Serbilind vekir..

Jinên Ciwan navendeke xwe li Helebê vekirin
Jinên Ciwan navendeke xwe li Helebê vekirin
Jinên Ciwan navendeke xwe li Helebê vekirin
Jinên Ciwan navendeke xwe li Helebê vekirin
Jinên Ciwan navendeke xwe li Helebê vekirin
17 hezîran, 2020   18:37
HELEB

Tevgera Jinên Ciwan bi armanca birêxistinkirina jinên ciwan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê navendeke xwe li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd vekir.  Bi sedan jinên taxê tev  li şahiyê bûn.

Navend bi navê şervana YPJ`ê Zêneb Berekat (Tîmav Serbilind) a ku di Berxwedana Rûmetê de di 29`ê Cotmeha 2019`an de li bajarê Girê Spî şehîd ketiye hate binavkirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo axivî û vekirina navendê pîroz kir û got: "Em şervanên YPJ`ê yên ku li di xandekên berxwedanê de li dijî dagirkeriya Tirk li berxwe didin bi vekirina navendê pîroz dikin."

Endama rêveber a Kongreya Star Nehla Mistefa axivî û vekirina navendê pîroz kir. Nehla di nav axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre Koma Şehîd Barîn a govendê ya girêdayî Navenda Cemêl Horo ya Çand û Hunerê berhemên xwe pêşkêş kir. Paşê dayîkên şehîdan navend vekirin.

Di dawiya şahiyê de Koma Siya Jin a stran stranên gelêrî vegotin û beşdaran xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA