Îmaratê destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê û Îranê di Iraqê de şermezar kir

Wezaretê Îmaratê îro destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê û Îranê di Iraqê de şermezar kir. Wezaretê destnîşan kir ku her du dewlet bi van kiryarên  xwe `Serdestiya dewletek Ereb` binpê dikin.

Îmaratê destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê û Îranê di Iraqê de şermezar kir
17 hezîran, 2020   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê diyar kir ku dewleta Îmaratê mudexeleyên leşkerî yên Tirkiyê û Îranê di Iraqê de piştî topbarankirina herêmên bakurê Sûriyê şermezar dike. Wezaretê diyar kir ku Îmarat wê êrişî wek binpêkirinek ji serdestiya dewletek Ereb re dihesbîne.

Wezaretê destnîşan kir ku dewleta Îmaratê ji bingeha redkirina tevahiya mudexelelyên derve di karûbarên dewletên Ereb de ev helwest nîşan daye. Divê rêz ji serdestiya Iraqê re bê girtin.

(şx)