Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê, li dijî Tirkiyê banga berxwedanê kir

Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqayê bi koordîneya Ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazorê çalakiyek protestoyî li dijî êrişên Tirkiyê lidar xist. Ciwanan bang kir ku demildest li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser  Şengal, Mexmûr û herêmên başûrê Kurdistanê bisekinin.

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê, li dijî Tirkiyê banga berxwedanê kir
17 hezîran, 2020   17:51
REQA

Bertekên li dijî siyaseta dijber a Tirkiyê zêde dibin. Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqayê bi koordîneya ciwanên Reqa, Tebqa û Dêrazorê çalakiyek protestoyî li navenda bajarê Reqayê lidar xist. Di çalakiyê de endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Menal El-Wezîb daxuyaniya her çar tevgeran xwend.

Di daxuyaniyê de êriş û sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên wê yên si ser  herêmên Şengal, wargeha Mexmûr li başûrê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku Erdogan bi siyasetên xwe û bi destekek navdewletî, projeya herêmê ya navneteweyî, neteweya demokratîk û biratiya gelan dike hedef. Heta ku xewnên wî gihaştin Şengal û Mexmûra li başûrê Kurdistanê jî. Ji ber wê berxwedan li dijî van siyastan û timayên wî yên aborî pêwîst e.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bidawî bû.

(şx)

ANHA