Karmendekî şaredariya Şihêl a Dêrazorê kuştî hate dîtin

Karmendê Şaredariya Gel a bajarokê Şihêl a gundewarê Dêrazorê Hemûd El-Mustefa ku beriya du rojan winda bibû kuştî hate dîtin.

Karmendekî şaredariya Şihêl a Dêrazorê kuştî hate dîtin
16 hezîran, 2020   14:26
DÊRAZOR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî lêkolînê karmendê Şaredariya Gel a bajarokê Şihêl Hemûd El-Mustefa kuştî dîtin.

Hemûd El-Mustefa roja Yekşemê dema ji bo tedawiyê diçû nexweşxaneya bajarokê agahî jê qut bûn. Îro li bajarokê Riz ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hate dîtin ku bi gule di serê xwe de hat kutşin.

Duh jî 4 çekdar ku rûyê xwe veşartibûn êrişî Şaredariya Teyana ya gundewarê Dêrazorê kirin û hevserokê şaredariyê Sekat Ebû Eymen qetil kirin û reviyan. Çeteyên DAIŞ‘ê ev sûc girtin ser xwe.

ANHA