​​​​​​​Gaziyên şer: Divê li hember sûcên dewleta Tirk gel bibe yek û têkoşînê bilind bike

Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata Navîn, bi taybet li Kurdistanê sûcên dermirovî pêk tîne, qanûnên navneteweyî binpê dike û divê gelê Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bibe yek û têkoşînê bilind bike.

​​​​​​​Gaziyên şer: Divê li hember sûcên dewleta Tirk gel bibe yek û têkoşînê bilind bike
16 hezîran, 2020   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata Navîn, bi taybet li herêmên Kurdistanê dijminatî û sûcên dermirovî û derexlaqî pêk tîne. Her wiha piştî têkbirina DAIŞ’ê ku desteka xwe yekser ji dewleta Tirk digirtin, di aliyê leşkerî de ji hêla QSD’ê ve, dewleta Tirk a dagirker yekser kete dewrê, êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û ew herêm dagir kirin.

Piştî QSD’ê dest bi pêngava Tunekirina Terorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk Şengal, Kampa Rustem Cûdî ya li Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên tevahî cîhanê sûcên hovane li dijî gelê Rojhilata Navîn, bi taybet Kurdistanê pêk tîne.

Em Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê Kurdistanê dikin ku li hember van êrişan serî hildin û bibin yek, her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û van êrişan rawestînin."                                                                      ‎