3 moşek li nêzî balafirgeha Bexdayê ketin

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îro ragihand ku şeva din 3 moşek li derdora balafirgeha Bexdayê ketin.

3 moşek li nêzî balafirgeha Bexdayê ketin
16 hezîran, 2020   08:39
NAVEDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şeva berê 3 maşokên katyûşa li derdora balafirgeha Bexdayê ketin û lê têkildarî zirarên wan tu agahî nehatin dayîn.

Şaneya Ragihandina Ewlehyiê da zanîn ku moşek ji taxa Mekasib hatine avêtin, her wiha aliyên ku ev êriş pêk aniye, hîmên textê ji bo avêtina moşekan bi kar anîn ku hêzên ewlehiyê ew dîtin û tê de hin moşek jî hebûn ku ew jî îmha kirin.