Cotkarên Dêrikê dixwazin Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dexlê wan wergire

Cotkarên Dêrikê ji Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê xwest ku dexlê wan wergire û neşînin Til Elo, ji ber ku lêçûneke zêde li gel astengiya rê û bendemayîna du rojan tê xwestin. Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li ser vê mijarê nîqaş dike da ku çareseriyê ji vê yekê re bibîne.

Cotkarên Dêrikê dixwazin Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dexlê wan wergire
Cotkarên Dêrikê dixwazin Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dexlê wan wergire
Cotkarên Dêrikê dixwazin Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dexlê wan wergire
Cotkarên Dêrikê dixwazin Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê dexlê wan wergire
16 hezîran, 2020   08:34
QAMIŞLO

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ji 6ê Hezîranê ve dest bi wergirtina dexl kir, lê dema ku navend hate dagirtin, wergirtin rawestî ku dexlê mayî jî wê li embarên Til Elo bên wergirtin. Vê yeê jî cotkar aciz kirin, ji ber ku gelek mesref lê diçe. 

Der barê wergirtina dexl de ANHA’yê nêrînên cotkar û ajokaran girtin. Têkildarî mijarê cotkar Elî Hadî wiha axivî: "Mekanîzmaya wergirtinê ne li gorî asta ku dihat xwestin bû, ji ber qedexekirina wergirtina genim bi rêya tûran û tenê dokma wergirin, mekanîzmaya wergirtinê asteng kir." 

Hadî diyar kir eger genim bi rêya tûran hat wergirtin û depokirin,  wê demê tu astengî û alozî li pêş cotkar û şîrketê çênabe.

Her wiha Hadî, Yekitiya Veguhestinê rexne kir û got: "Ji ber ku Yekitiya Veguhestinê bi karê xwe ranebû, ev yek bû sedema bihabûna kirêya çûn û hatinê, her ajokarek li gorî xwe bihayên şandina dexl ber bi navendan ve, diyar dike."

Ajokarê bi navê Şahîn Remezan jî wiha axivî: "Lêçûna şandina dexl ji bajarê Dêrikê ber bi depoyên Til Elo ve, mesref du qat ji ya berê zêdetir kir, her wiha du rojan li navendê jî disekinin, ji lew re kirêya erebeyan du qatî tê hesibandin, ji ber ku di heman rojê de nayê valakirin."

Cotkar û ajokaran bang li aliyên têkildar kir ku çareseriyekê ji vê aloziyê re bibînin.

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê jî li ser mekanîzmaya wergirtina dexl, ji ANHAyê re daxuyand ku dê îro der barê vê mijarê de nîqaş bikin.

ANHA