Şêniyên Reqa û Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, Rêveberiya Jinan a Tebqayê û Meclisa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Mexmûrê şermezar kirin  û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rizgarkirina gel ji terora artêşa Tirk, bikevin nava hewldanan.

Şêniyên Reqa û Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
Şêniyên Reqa û Tebqayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
16 hezîran, 2020   12:07
TEBQA- REQA

Endama Rêveberiya Jinan Neda Îsmaîl bi daxuyaniyekê li pêşiya navenda rêveberiyê daxuyand ku êrişên dewleta Tirk berdewama sûcên DAIŞê ye ku nikarî nasnameya Kurd bi rêzesûcên hovane qir bikira. Neda bang li hemû gelan kir ku li hermberî dewleta Tirk a dagirker serî hildin.  

Jinên ji Tebqayê piştrast kir ku dê tekoşîna xwe heya têkçûna teror û faşîzmê berdewam bikin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Sivîl a herêma Tebqayê de ku hevserokê Komîteya Şaredariyan Îbrahîm Mihemed li pêş avahiya rêveberiyê xwend, hat piştrastkirin ku dê bi şêniyên Şengal, kampa Mexmûrê re heta nefesa dawîn a rêzgirkirina xakê ji terorîzma Tirkiyê ku li dijî sivîlan tevahî çekên qedexekirî bi kar tîne, bisekinin."

Li aliyekî din jî cîgirê hevserokatiya Meclisa Sivîl a Tebqayê Ehmed Xelîl daxuyanî xwend û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewama projeya DAIŞ’ê ne ku niyeta qirkirina gelê Kurd û bi taybet êzidiayn dikir, her wiha van êrişan di 2014’an de dest pê kir û bi lehengiyên YBŞ, YBŞ-Jin, YPG û YPJ’ê bi dawî bûn.

ANHA