Efaf Hesekî: Divê jin li her derî sûcên Tirkiyê şermezar bikin

Endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê Efaf Heskî bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo sûcên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî, lêpirsînê lê vekin. Efaf bang li tevahî jinên cîhanê kir ku dakevin qadan û hovîtiya çeteyên dagirkeriyê şermezar bikin.

Efaf Hesekî: Divê jin li her derî sûcên Tirkiyê şermezar bikin
16 hezîran, 2020   05:35
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM-BASIL REŞÎD

Tirkiye û çeteyên wê sûcên hovane li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Li Efrînê dagirkeran bi sedan sûcên revandinê pêk anîne, bi taybet revandin û qetilkirina jinan, çewisandina nasname û çanda Kurd, talankirina şûnwarên herêmê û veguhestina wê ji Tirkiyê re.

Ruxmî van sûcan lê rêxistinên hiqûqî yên cîhanî û saziyên mafên mirovan ên navdewletî bêdeng in. Di vî warî de endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê Efaf Hesekî banga şermezarkirina sûcên dagirkeran û lidarxistina çalakiyan ji bo eşkerekirina sûcên wê, kir.

‘DAGIRKERIYA TIRK HEWL DIDE NASNAMEYA KURD JI HOLÊ RAKE’

Efaf diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya hedefgirina zimanê Kurdî, çewsandina çanda Kurd, asîmlekirina herêmê û ferzkirina zimanê Tirkî li herêmên dagirkirî, hewl dide nasnameya Kurd qir bike.

Efaf wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker bi rêya dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku desthilatdariya Osmaniyan vegerîne. Çanda herêmê qir bike û sivîlan bikuje. Beriya niha ciwanekî Kurd ji bo ku mûzîka Kurdî guhdar dikir ji aliyê Tirkan ve hat qetilkirin.”

‘DIVÊ JINÊN CÎHANÊ DAKEVIN QADAN Û SÛCÊN ARTÊŞA TIRK ŞERMEZAR BIKIN’

Jin li herêmên dagirkirî rewşek dijwar dijîn. Ji hêla çeteyên Tirkiyê ve têne revandin, qetilkirin û rastî êrişên cinsî tên. Heman demê de ji bo yên revandî ji malbatên wan fîdyeyan dixwazin.

 Efaf Hesekî bang li jinên cîhanê kir ku dakevin qadan,  çalakiyên cîhanî lidar bixin da ku sûcên artêşa Tirk a dagirker eşkere bikin û got: "Divê jin di welatê xwe de azad bijîn. Divê dagirker ji Sûriyê derkeve."

Efaf bang li rêxistinên hiqûqî û saziyên têkildarî mafên mirovan kir ku lêpirsînê li ser sûcên Tirkiyê vekin û ji bêdengiya xwe derkevin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HP22q5S61Xw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>