​​​​​​​Siyasetmedar û rûspiyên Hesekê: Divê Tirkiye were darizandin

Siyasetmedar û rûspiyên navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê, gotin: “Artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk tîne. Ciwanên herêmê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dişîne  Lîbyayê û wan bikar tîne. Em bang li civaka navdewletî dikin ku Tirkiye were darizandin.”

​​​​​​​Siyasetmedar û rûspiyên Hesekê: Divê Tirkiye were darizandin
16 hezîran, 2020   03:34
HESEKÊ

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê,  li dijî şêniyên herêmên dagirkirî yên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dermirovî pêk tînin. Dagirkeriya Tirk asta leşkekirina ciwanên herêmê bi taybet zarokan zêde kiriye. Ji bo ku wan bi kar bîne û armancên xwe li Lîbya û deverên din pêk bîne.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî kirin ku Tirkiyê ji ber sûcên wê darizînin. Her wiha bang li ciwanên Sûriyê kirin ku ji lîstokên Tirkiyê hişyar bin.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Şedadê Mihêdî El-Dexîm got: “Osmaniyan zêdetirî 400 salan Sûriye dagir kirin. Lê di dawiyê de jê derketin. Niha jî Tirkiye şertûmercên heyî bi kar tîne da ku Sûriyê careke din dagir bike û tev li axa xwe bike da ku xêrûbereketên wê talan bike. Divê ciwanên ku di bin ala `Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê`  de şer dikin, bikevin ferqê ku ev êrişker bi zanabûn demografiya herêmê diguhere,  nasnameya pêkhateyên herêmê tune dike û ala Osmaniyan dadiliqîne."

El-Dexîm wiha pirsî; "Gelo çeteyên Sûriyê yên ku bi rêya balafirgehên Tirkiyê diçin Lîbyayê ji bo ku şer bikin, ji xwe pirs nekirin ku çima ew diçin wir û karê wan li Lîbyayê çi ye? Gelo kî tevliheviyê li herêmê belav dike û komkujiyên hovane li dijî şêniyên kantonên dagirkirî pêk tîne?"

Mihêdî El-Dexîm di dawiyê de wiha axivî: “Divê civaka navdewletî   bikeve tevgerê û rê li pêşiya Tirkiyê bigirin û  rijandina xwîne gelê Sûriyê rawestîne. Lêpirsînê li ser çeteyên ku sûc li dijî jinan ji revandin, girtin û êrişên cinsî kirine, veke."

Rrûspiyê êla El-Bû Umeyra ya Şedadê Sewadî El-Abdullah got: “Tirkiye ji destpêka aloziyê ve, bi rêya tevgerên xwe yên leşkerî û piştgiriya çeteyan  tevliheviyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dike. Divê cîhan sûcên Tirkiyê li dijî mirovahî û gelê Efrînê nas bike. Sûcên kirine, sûcên şer in û divê ji hêla civaka navdewletî ve were darizandin. Civak navdewletî bi çavê xwe dibîne ku çi sû cli herêmên dagirkirî têne kirin.”

El-Abdullah destnîşan kir ku çeteyên qaşo bi navê `Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê` li beramberî pereyan şerê gelê xwe dikin û wiha pêde çû: "Divê ew bikevin ferqê ku Tirkiye wan bi kar tîne û bê berpirsyarî wan dişîne mirinê. Divê bizanibin ku  istixbarata Tirkiyê li Efrînê rojane sûcên derexlaqî pêk tîne û ew jî jê re li çepikan didin, ala wê radikin û li Lîbyayê ji bo Tirkiyê dimirin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2ynBkNUa4-A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>