​​​​​​​Mesûd Mihemed: Tirkiye bi alîkariya çeteyan herêmên dagirkirî asîmle dike

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Mesûd Mihemed got: “Ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker diyar dibe ku nexşerêyek nû li Sûriyê xêz dike. Herêmên Sûriyê asîmle dike û bi alîkariya çeteyên Sûriyê wan herêman ji hev qut dike. Herî dawî jî li herêmên dagirkirî, li şûna pereye Sûriyê pereyê Tirkiyê bikar tîne.”

​​​​​​​Mesûd Mihemed: Tirkiye bi alîkariya çeteyan herêmên dagirkirî asîmle dike
16 hezîran, 2020   02:33
KOBANÊ-UMER MIHEMED

Çavdêrên karûbarên Sûriyê diyar dikin ku dewleta Tirk a dagirker herêmên Sûriyê asîmle dike û demografiya wê bi rêbazên cuda diguherîne. Herî dawî li herêmên dagirkirî lîreyê Tirkiyê li şûna lîreyê Sûriyê bikar tîne. Bi vê yekê plana Tirkiyê li herêmê temam dibe.

Mesûd Mihemed girêdayî mijarê ji ANHA’yê re axivî û got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyê şoreş bi kar anî û derbasî kurahiya tevna civakê bû. Ew tevn parçe kir û fîtne di navbera pêkhateyan de afirand. Hinek tuga bi kar anî û armancên xwe yên siyasî û aborî li herêmê pêk anîn."

‘ÇETEYAN SÛRIYE WÊRAN KIR Û ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN DELÎL IN’

Mihemed wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Çeteyên Sûriyê yên ku xwe bi “Opozîsyona Sûriyê”  nav dikin, Sûriye wêran kirin. Ew in ku şoreş ji xeta wê derxistin. Armanca wan ne azadiya gelan e, armanca wan pêkanîna ajande, planên Tirkiyê û parçekirina Sûriyê ye. Ji ber ku kiryarên Tirkiyê berjewendiyên hevpar in, cîhan çavê xwe ji kiryarên wê re digre.”

Mihemed wiha pêde çû: "Ev tişt di êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de diyar bû. Tirkiyê çete ji bo êrişên xwe bikar anîn. Çeteyan şoreş hiştin û li dû Tirkiyê ketin,  ku armancên wê li beramberî pereyan pêk bînin."

PIŞAFTINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Mihemed destnîşan kir ku Tirkiye ji dema ku gelek bajarên bakurê Sûriyê  dagir kirine, demografiya wê diguherîne û asîmle dike. Mihemed got: “Tirkiye navên bajaran diguhere, dibistanan bi zimanê Tirkî vedike, nasnameyên kesayetî yên tirkî dide penaberên Sûriyê û wan di hilbijratinên Tirkiyê de bikar tîne. Îro ew doza penaberan bi kar tîne da ku guhertina demografîk ferz bike û herêmên dagirkirî ji Sûriyê qut bike."

Her wiha Mihemed îşaretpê kir ku beşa dawîn a guhertina demografîk, bikaranîn lîreyê Tirkiyê li şûna lîreya Sûriyê li herêmên dagirkirî ye. Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Ew dixwaze aboriya Sûriyê têk bibe û wan herêman bi Tirkiyê ve girê bide. Navendên PPT ên Tirkiyê di vê dawiyê de piştî gelek biryaran ji hêla meclisên herêmê ve ku divê lîreya Sûriyê bi ya Tirkiyê bê guhertin, li bakurê Helebê  miqdarek ji dirava Tirkiyê ji çîna lîreyek daxistin herêmê. Alîkariya çeteyên ji Tirkiyê re rolek di parçekirina erdnîgeriya Sûriyê û qutkirina herêmên dagirkirî  ji Sûriyê de lîst.”

Di dawiyê de lêkolîner û şîrovekerê siyasî Mesûd Mihemed got: "Dewleta Tirk bi rêya asîmlekirina herêmên Sûriyê, bi alîkariya çeteyên Sûriyê û bi rêya bikaranîna lîreya Tirkiyê li şûna ya Sûriyê nexşerêyek nû li Sûriyê xêz dike."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y6H2HbVvHDU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>