Êzidiyên Efrînê: Tirkiye  Kurdan qir dike, divê gelê Kurd bibe yek

Êzidiyên kantona Efrînê gotin: “Tirkiye bi rêya hedefgirtina civaka Êzidî hewl dide gelê Kurd qir bike. Gelê Kurd tenê bi yekîtiyê dikare xwe ji dubarekirina komkujiyan  biparêz e.”

Êzidiyên Efrînê: Tirkiye  Kurdan qir dike, divê gelê Kurd bibe yek
16 hezîran, 2020   04:42
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Di nîvê şeva 14`ê Hezîranê de balafirên artêşa Tirk a dagirker êrişî Şengalê, wargeha Mexmûr û herêmên Parastina Medya yên li başûrê Kurdistanê kirin.

Topbarana Tirkiyê li dijî başûrê Kurdistanê rastî nerazîbûnên gelê Kurd, bi taybet civaka Êzidî hatin. Êzidiyên Efrînê dibêjin dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefgirtina Şengalê qirkirina Kurdan armanc dike.

Di vî warî de şêniya bi navê Meryem Cindo bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê li hember êrişên Tirkiyê şermezar kir û got: "Em êrişên li dijî Şengalê şermezar dikin. Her du hikumetên herêma başûrê Kurdistanê û Iraqê bêdeng man. Heta nexweşxane û tîmên rewşên awarte ji topbaranê nefilitîn."

Meryem diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, bi taybet civaka Êzidî dubare dibin û wiha domand: "Dewleta Tirk dubare dubare gelê Êzidî hedef digire. Çawa sala 2014`an êrişî Şengalê kirin û di 2018`an de êrişî Efrînê kirin. Va ye dîsa êrişa xwe li dijî Şengalê dubare dike. Em ê li hember van êrişan liber xwe bidin û dê gelê Kurd bi giştî liber xwe bide.”

Girêdayî heman mijarê şêniya bi navê Orîvan Menan anî ziman ku Tirkiye îdia dike ku ew bi êrişên xwe Partiya Karkerên Kurdistanê dike hedef. Lê di rastiyê de ew sivîlan dike hedef û dikuje.

Orîvan bang li gelê Kurd kir ku bi yekîtiyê dê xwe ji van êrişan biparêzin û got: "Tu sedema êrişên Tirkiyê li dijî Şengalê tune ye. Dagirkerî kiryarên xwe yên li dijî Kurdan dubare dike û êrişî Êzidiyên li Şengalê dike. Çendîn Tirkiye asta êrişên xwe yên li dijî me zêde bike, em ê liber xwe bidin. Divê gelê Kurd li hember van êrişan bibe yek. Yekîtî di vê pêvajoyê de pêwîst e ji bo ku gel ji qirkirinê were parastin. Dewletên cîhanê bê dengin, em jî bang li kesekî nakin, lê belê em ê bi xwe liber xwe bidin û em bi yekîtiyê xurt bibin."

Şêniyê bi navê Îbrahîm Berekat rave kir ku ew nahilin bûyerên sala 2014`an li Şengalê dubare bibin û got: "Ew bi rêya dubarekirina êrişên xwe, dixwazin dîrokê dubare bikin.  Em nahêlin komkujiya Şengalê ya 2014`an û sûcên li dijî jinan hatine kirin,  careke din dubare bibin."

Berekat destnîşan kir ku yekîtî pêwîst e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tirkiye ji sedan salan ve dijberî me ye. Heger em nebin yek wê me qir bike. Divê em li ser tevahiya astan leşkerî, aborî, civakî û siyasî bibin yek. Divê em derfetê nedin dijmin ji bo ku me bikuje. Madem rê ji AKP`ê  hate vekirin, hewl dide her kurdekî bikuje. Divê em jî li hember vê yekê liber xwe bidin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rjRpJlEUd_w" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>