​​​​​​​Şengalî: Rêya tekane ya sînordarkirina Tirkiyê yekîtî ye

Sekretrêkê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Fewzî Şengalî got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargeha Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medayayê di çarçoveya îsrara Tirkiyê ya qirkirina Kurdan de ne. Rêya tekane ya sînordarkirina Tirkiyê yekîtî ye.”

​​​​​​​Şengalî: Rêya tekane ya sînordarkirina Tirkiyê yekîtî ye
16 hezîran, 2020   01:26
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MUSTEFA

Balafirên dewleta Tirk a dagirker duh saetên derengî şevê êrişî wargeha penaberan a Mexmûrê, Şengalê û herêmên Parastinê yên Medyayê yên li başûrê Kurdistanê kirin. Ev êrişî piştî hevdîtinên di navbera Tirkiyê- Îranê û Tirkiyê-Iraqê de pêk hatin.

Sekretrêkê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Fewazî Şengalî li ser armancên vê êrişî ji ANHA‘yê re axivî.

‘TIRKIYE DIXWAZE KURDAN QIR BIKE‘

Fewzî Şengalî anî ziman ku êrişên Tirkiyê yên li ser Şengal, Mexmûr û herêmên Başûrê Kurdistanê delîlê israra wê ya di tunekirin û înkarkirina Kurdan de. Şengalî got: “Di niyeta Tirkiyê de diyalog an jî çareseriyeke demokratîk tune. Tirkiye li dijî her nîqaşeke ji bo doza gelê Kurd e.”

Şengalî destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker girêdayî tabloya siyasî ya li gelemperiya Rojhilata Navîn, girêdayî têkiliyên Amerîka û Bexdayê, girêdayî rewşa Lîbya û Sûriyê, di heman demê de girêdayê têkiliyên Amerîka, NATO û Tirkiyê ye.

Şengalî wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Di her hevdîtin, nîqaş û lihevkirinên di navbera Tirkiyê û dewletên din de doza Kurdî mijara sereke ye. Kurdek li kuderê be, Tirkiye dijminahiya wê/wî dike. Ji ber vê yekê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kiriye, destwerdana  karûbarên Sûriyê  dike, ku rola Kurdan di diyarkirina çarenûsa xwe û hebûna wan di destûra Sûriyê de asteng bike. Tirkiye mudaxele dike daku nehêle yekîtiya Kurdî bê avakirin."

PLANA TIRKIYÊ ÇI YE?

Şengalî bal kişand ser êrişên Tirkiyê û wiha got: “Armanc ew e ku herêmên başûrê Kurdistanê ji hev parçe bikin. Tirkiye bi êrişa li ser Şengalê dixwaze wê ji Rojava qut bike. Bi êrişa li ser Xakûrkê re dixwaze Xakûrkê ji Qendîlê qut bike. Lê ev bêyî erêkirina  hikumeta Bexdayê ne hêsan e ku pêk were."

‘TIRKIYE BI PIRSGIRÊKÊN XWE YÊN DERVE RAYA HUNDIRÎN MIJUL DIKE‘

Şengalî destnîşan kir ku krîzên hundirîn ên Tirkiyê bi girêk in, weke pirsgirka aborî, bêkarî û demokratîkbûyînê. Şengalî axaftina xwe wiha domand. “Em dibînin ku desthilatdariya  Tirkiyê hewl dide mejiyê gel bikişîne derve da ku jê re bêje krîzên derve hene em pê ve mijul in.

Çima heta niha partiyên li Tirkiyê çareseriyek ji bo aloziyên hindurîn nedîtine û li hemberî destwerdanên Tirkiyê yên di karûaerên Sûriyê, Lîbya, Sûdan û başûrê Kurdistanê de nasekinîn e? Divê partiyên demokratîk rola  xwe bilîzin, sînorekî ji hikumeta li Tirkiyê re danin. Ji bo dawî li destwerdanên li dewletên din bîne.”

‘ÊRIŞ BI ERÊKIRINA KOALÎSYONA NAVNETEWÎ Û HIKUMETA HERÊMÊ PÊK HAT’

Şengalî wiha pirs kir; "Bêyî erêkirina Koalîsyona Navnetewî ma dibe ku balafirên Tirkiyê li ser Iraq û başûrê Kurdistanê bigerin û cihên sivîlan bikin hedef?"

Her wiha pirsa helwesta hikumeta herêma başûrê Kurdistanê kir û got: "Êrişên bejayî û hawayî li ser herêmê hene, dagirkerî çêdibe, gelo çareserî çî ye, ma heta kengî wê bêdeng bin?"

‘OCALAN DIKARE ALOZIYÊ ÇARESER BIKE, LÊ TIRKIYÊ TECRÎDEKE GIRANKIRÎ LI SER WÎ FERZ KIRIYE‘

Fewzî Şengalî bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan gelek caran banga aştî û diyalogan li Tirkiyê kiriye û got: "Tirkiye ji aştiyê re ne amade ye, di tunekirin û înkarkirina Kurdan de israr dike. Ocalan dikare pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bike. Lê Tirkiyê roj bi roj tecrîda li ser wî girantir dike, da ku armancên xwe yên tunekirina Kurdan pêk bîne."

‘YEKÎTIYA KURDAN TÊRÊ DIKE KU SIYASETÊN TIRKIYÊ RAWESTIN’

Şengalî bang li gelê Kurd kir ku li benda partiyên siyasî yên ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, nemînin û helwesta xwe diyar  bikin. Her wiha bang li partiyên siyasî kir ku dest ji berjewendiyên xwe berdin.

Şengalî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aktora tekane ya ku dê ji siyasetên qirkirinê re bibe bersiv yekîtiya Kurdan e. Ji ber vê yekê Tirkiye destwerdanê dike da ku nehêle yekîtiya Kurdî pêk were. Lê di salên dawî de bangawaziyên gel ên lidarxistina kongreya netewî zêde bûn. Heger Kurd yekîtiyê ava nekin jî, divê bighêjin lihevkirineke Kurdî-Kurdî da ku şerê birakujî û dijminahiyê raweste û parçeyekî Kurdistanê li ser hesabê yekî din nefiroşin. Gelê Kurd di pêvajoyeke xeter re derbas dibe, pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Li ser vê yekê divê gelê Kurd hişyar be, yekîtiya xwe ava bike an jî bighêje lihevkirineke Kurdî-Kurdî.”

Sekretêrê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê di dawiya axaftina xwe de got: "Helwesta gelê Kurd, di vê pêvajoyê de hêza herî sereke ye. Divê partî û hêzên siyasî erka xwe ya li beramberî doza Kurdî û hebûna wê bicih bînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RBrul5v1AcY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>