​​​​​​​Ev 34 salin Kurd berdêla derewekî didin

Piştî ku Tirkiyê propogandaya li dijî Kurdan kir û navê Kurdan bi bûyera qetilkirina serokwezîrê Siwêdê ve girêda, wekî terorîst da nîşan. Li ber çavê civaka navdewletî êrişên xwe yên li dijî Kurdan didomîne. Bi rasthatina salvegera asûriyan û piştî ku Hakan Fîdan bi awayekî veşartî serdana Iraqê kir, êrişî Şengalê kirin. Gelo nîşaneyên vê êrişê çi ne?

​​​​​​​Ev 34 salin Kurd berdêla derewekî didin
16 hezîran, 2020   00:05
NAVENDA NÛÇEYAN-YIHYA EL-HEBÎB

Kurd hertim ji ber derewên hêzên cîhanî belav kirine û navê terorê bi Kurdan ve girê dane, hertim berdêlan didin. Heta rastiya di vê dawiyê de derketiye, wijdana welatên rojavayî li hember xapandina Tirkan, şiyar nebû.

Di nîva şeva 14`ê Hezîranê de balafirên artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî herêmên Şengal, wargeha Mexmûr (Şehîd Rustem Cûdî) û herêmên Parastina Medyayê yên li başûrê Kurdistanê kirin.

Tirkiyê li dijî Kurdan êrişên qirkirinê yên di bin navê “Penc – Qertel”, “Kaniya Aştiyê” û “Çiqilê Zeytûnê` dan destpêkirin. Di wan êrişan de aştî û zeytûn li Sûriyê ji kokê ve rakirin.

DEREWÊN KEVIN ÊN KU HETA NIHA JÎ KURD BERDÊLÊN WÊ DIDIN

Di hemleyên qirkirinê yên Tirkiyê de, dengên li dijî binpêkirinên Tirkiyê li  welatên rojavayî zêde bûn. Lê ev deng tenê hewldanek ji bo xapandina Kurdan û raya giştî bûn. Tenê ji bo bidin nîşan ku destê welatên rojavayî di van êrişan de tune ne û êrişan erê nakin.

Ev 34 sale asta êrişên qirkirinê yên Tirkiyê li dijî Kurdan zêde bûye. Ev tam tê rastî piştî bûyera qetilkirina serokwezîrê Siwêdê Olof Palme.

Di sala 1986’an de dema ku serokwezîrê Swêdê Olof Palme, bi hevjîn û kurê xwe re li Stokholmê ji sînemayê derdiket, bi guleyan hate kuştin. Di encama bûyerê de lêgerînek fireh çêbû. Paşê  piştî zexta Gladyo û Tirkiyê, Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê bi kirina bûyerê hate tewanbarkirin.

Olof Palme di salên navbera 1969 û 1976`an de û di salên navbera 1982 û 1986`an bûbû serokwezîrên Siwêdê.

Di wê demê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêya destwerdana istixbarata Tirkiyê di kirina bûyerê de hate tewanbarkirin. Istixbaratê îdia kir ku li gel wê delîl hene ku destê PKK’ê di kuştina serokwezîrê Siwêdê de heye. Ruxmî ku Palme gotibû: “Mafê Kurdan heye ku ew jî mîna gelên din mafê xwe bidest bixin.”

Lê dozgeriya giştî ya Siwêdê beriya çend rojan nasnameya kujerê serokwezîrê Siwêdê Olof Palme eşkere kir.

Li gorî ajansên cîhanê, dozgerê giştî Christer Peterson eşkere kir ku kesê bi navê Steg Astrom kujerê serokwezîrê Siwêdê Olof Palme ye. Bi xwe wênesazekî grafîkê bû û di demek berê de wefat kiriye. Ji ber wê doza ku Kurd hîna berdêlê wê didin, hate girtin.

PIŞTÎ KU HAKAN FÎDAN JI IRAQÊ VEGERIYA ÊRIŞ PÊK HATIN

Hakan Fîdan bi awayek veşartî serdana Iraqê kir, piştî wê serdanê bi çend rojan, heman demê de piştî civînên diyalogê yên di navbera Amerîka û Iraqê, êriş li ser Şengalê pêk hat.

Çavkaniyan gotin ku Fîdan ji Bexdadê dest vala vegeriya ye. Bi xwe xwest rola welatê xwe di Iraqê de nas bike.

Li gorî çavkaniyan, Bexdad girêdayî berdewamkirina têkiliyên aborî mîna berê bi Tirkiyê re tu dabîn nedaye Fîdan.

DERBEYEK LI DIJÎ YEKÎTIYA KURD

Tirkiye baş ketiye ferqê ku her kes dizane ev êriş bi erêkirina “Partiya Demokrat a Kurdistanê” pêk hatine. Ji ber wê hinek aliyên Kurd dê bertekekê nîşan bidin. Bi vê yekê Tirkiyê derbeyek mezin li yekîtiya Kurd bixe.

ŞENGAL LI DERVEYÎ TIMATIYÊN NAVDEWLETΠ YE

Mîna her car wezareta berevanî ya Tirkiyê got: “Kurd ji bakurê Iraqê ve êrişî sînorên wan dikin, ji ber wê êriş kir. Lê gelo eleqeya Şengalê bi sînorên  Tirkiyê re çi ye?

GELO ÇIMA ŞENGAL?

Erdogan dixwaze desthilatdariya pêşiyên xwe yên Osmanî yên ku komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîne, vegerîne. Kurdan jî weke astengî li pêşiya pêkanîna ajandeyên xwe di welatên Ereban de dibîne. Lewra dixwaze wan tune bike. Ev jî sedema êrişên wê yên domdar li dijî Kurdan, li Sûriyê û Iraqê şîrove dike.

Tirkiyê ji ber destwerdanên hêzên cîhanî mîna Rûsya û Amerîka, nikarî bi hesanî  li Sûriyê bilive. Her wiha ji ber nerazîbûna gelê Tirk li hember siyasetên Erdogan û kirîza aborî ya li Tirkiyê. Ji ber wê dît ku Şengal tekane herêma li derveyî timayên herêmî ye û dikare bi hêsanî tê de tev bigere.

ÊRIŞÊN DI ŞEVA SALVEGERA KOMKUJIYÊN OSMANIYAN ÊN LI DIJÎ GELÊ ASÛRÎ DE PÊK HATIN

Gelên herêmê ji komkujiyên Osmaniyan û neviyên wan nefilitîn. Tirkiyê di salvegera komkujiyên Sîfo yên li dijî Asûr, Suryan û Kildanan de êrişî Şengalê kir.

Sûc û komkujiyên Tirkiyê li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê û li her derê ku diçe wir, didomin. Ruxmî wê jî hêzên navdewletî bêdeng in. Gelo ev bêdengî dê heta kengî bidome?

(şx)

ANHA