PYD‘ê daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar kir

PYD‘ê di civîneke berfireh de rewşa siyasî û aborî ji şêniyên Til Temirê re nirxand û pirsgirêk û daxwazên wan guhdar kir.

PYD‘ê daxwaz û pirsgirêkên gel guhdar kir
15 hezîran, 2020   20:44
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînên xwe yên bi gel re didomînin. PYD‘ê ji şêniyên navçeya Til Temirê re civîneke berfireh li dar xist.

Civîn li navenda Meclisa Malatên Şehîdan bi amadebûna bi dehan şêniyan hate lidar xistin.

Piştî deqeya rêzgirtin Hevserokê PYD‘ê Enwer Muslim axivî  û behsa tedbîrên ku herêmên Rêvberiya Xweser ji ber nêzîbûna pêkanîna Qanûna Qeyser girtine kir û got: "Amadekariyên Rêveberiya Xweser ên pêkanîna projeyên li herêmê dê ji şêniyan re bibe destek."

Enwer Muslim bal kişand ser girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî û wiha domand: "Hikumeta Sûriyê hîna di siyaseta xwe de bi israr e. Îtîrafê bi mafên gelên herêmê û destkeftiyên ku qezenc kirine nake. Rejîma Sûriyê dixwaze rewş vegere mîna beriya 2011‘an û ji diyalogên bi Rêveberiya Xweser re direve."

Derbarê êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker Muslim ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve dest di karûberên herêmê û dewletên derdorê de wer dide. Êrişî herêmên Kurdistanê dike da ku destkeftiyên ku gel bidest xistine têk bibe û projeya netewa demokratîk ji holê rake."

Muslim di berdewama axaftina xwe de behsa diyaloga Kurdî-Kurdî kir û got: "Pêvjoya yekemîn a diyaloga Kurdî-Kurdî bi awayekî erênî bi dawî bû. Li ser xakên girîng girêdayî pêşeroja hemû pêkhateyên Sûriyê lihevkirin hebûn. Pêvajoya duyemîn hîna bi awayekî çalak dest pê nekiriye, ji ber ku hin nakokî hene. Lê ev nakokî di dawî de wê derbas bibin."

Enwer Muslim bang li pêknateyên herêmê kir ku dest bidin hev da ku pirsgirêk û zehmetî derbas bibin û got, yekitî û hevgirtin dê Sûriyê ber bi rewşeke demokratîk a nenavendî bibe.

Piştî axaftina hevserokê PYD‘ê beşdaran derbarê pirsgirêk û daxwazên xwe di warên xizmetguzarî, aborî û tenduristî de anîn ziman. Muslim got: "PYD, patiya gel e, dê bi gel re be û hewl bide pirsgirêkên wê çareser bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/d03ibamC1GE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>