ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-6-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-6-2020`AN
15 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê karnameyên sala perwerdeyê ya 2019/2020‘an li xwendekarên navçeya Tirbespiyê belav dikin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbendiya Rewşenbîrên Helebê derbarê sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê de platformekê li hola civînan a MSD‘ê ya li beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeyên Çil Axa û Tirbespiyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşekê lidar dixin, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrik û navçeyên wê cenazeyê şehîd Yelmaz Cizîrî, Dijwar Gever û Tolhildan Xonerzîz li goristana Şehîd Xebat oxir dikin, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku Tirkiyê propogandaya li dijî Kurdan kir û navê Kurdan bi bûyera qetilkirina serokwezîrê Siwêdê ve girêda, wekî terorîst da nîşan. Li ber çavê civaka navdewletî êrişên xwe yên li dijî Kurdan didomîne. Bi rasthatina salvegera asûriyan û piştî ku Hakan Fîdan bi awayekî veşartî serdana Iraqê kir, êrişî Şengalê kirin. Gelo nîşaneyên vê êrişê çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên kantona Efrînê gotin: “Tirkiye bi rêya hedefgirtina civaka Êzidî hewl dide gelê Kurd qir bike. Gelê Kurd tenê bi yekîtiyê dikare xwe ji dubarekirina komkujiyan biparêz e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretrêkê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê Fewzî Şengalî got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargeha Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medayayê di çarçoveya îsrara Tirkiyê ya qirkirina Kurdan de ne. Rêya tekane ya sînordarkirina Tirkiyê yekîtî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lêkolîner û şîrovekarê siyasî Mesûd Mihemed got: “Ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker diyar dibe ku nexşerêyek nû li Sûriyê xêz dike. Herêmên Sûriyê asîmle dike û bi alîkariya çeteyên Sûriyê wan herêman ji hev qut dike. Herî dawî jî li herêmên dagirkirî, li şûna pereye Sûriyê pereyê Tirkiyê bikar tîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û rûspiyên navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê, gotin: “Artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer pêk tîne. Ciwanên herêmê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe dişîne Lîbyayê û wan bikar tîne. Em bang li civaka navdewletî dikin ku Tirkiye were darizandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevka Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Jinê ya Wargeha Rustem Cûdî ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlîhan anî ziman ku PDK‘ê bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e û got, ku Tirkiyê destur ji hikumetên Bexda û herêma Kurdistanê girt da ku êrişî sivîlên Mexmur û Şengalê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Helebê ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Şengal û Mexmûrê meşekê li dar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê Efaf Heskî bang li rêxistinên hiqûqî kir ku ji bo sûcên Tirkiyê yên li herêmên dagirkirî, lêpirsînê lê vekin. Efaf bang li tevahî jinên cîhanê kir ku dakevin qadan û hovîtiya çeteyên dagirkeriyê şermezar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endama Koordînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed diyar kir ku armanca sereke ya êrişên dawî yên Tirkiyê têkbirina îradeya gelan û îmhatkirina gelê Kurd û doza wê yê rewa ye. Remziya bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrişên Tirkiyê rabin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi amedekirina sala xwendinê ya 2020/2021`an dike. Hevserokatiya desteyê got: “Wê perwerde û peymangehên tabeyt yên girêdayî wezareta fêrkirinê ya Hikumeta Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser, ji 15`ê Hezîranê ve qedexe bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaneya Kirîzê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye hejmarek tedbîr girtin, ji bo ku barên jiyanî yên şêniyan sivik bikin. Bi taybet li gel buhabûna kelûpelên bingehîn ji ber ne arambûna nirxê lîreyê Sûriyê li bermaberî dolar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cotkarên herêma Dêrikê bang li şirketa pêşxistina civaka çandinî kir ku berhemên wan werbigire û neşîne Til Elo . Şirketê diyar kir ku ew vê mijarê nîqaş dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA