Li Şehabayê dewleta Tirk hat şermezarkirin û şehîd hatin bibîranîn

Li Şehbayê bi hezaran kes daketin qadan, êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha nasnameyên 25 cangoriyên azadiyên yên di cih û demên cûda li Kurdistanê şehîd bûne hatin ragihandin.

Li Şehabayê dewleta Tirk hat şermezarkirin û şehîd hatin bibîranîn
Li Şehabayê dewleta Tirk hat şermezarkirin û şehîd hatin bibîranîn
Li Şehabayê dewleta Tirk hat şermezarkirin û şehîd hatin bibîranîn
Li Şehabayê dewleta Tirk hat şermezarkirin û şehîd hatin bibîranîn
15 hezîran, 2020   19:40
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ji pêşiya nexweşxaneya Avirîn ber bi kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ve meşiyan.

Şêniyên wêneyên şehîdan û posterên Rêber Abdullan Ocalan hilda bûn û pankartên bi nivîsên  "Bimire îxanet û bijî yekitiya Kurdî" û "Dagirker ji xaka bav û kalên me derkevin" vekirin."

Meş li qada Kampa Berxwedan rawestiya. Li vir deqeyeke rêz hate girtin. Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê nasnameya 25 şehîdan ragihand ku di cih û dîrokên cûda de li Kurdistanê şehîd bûne. Nasnameyên şehîdan ev in "Menar Elî (Avesta Baran), Nehîla Fatko (Dilpak Xeyrî), Sîham Nasan (Ronahî Amara), Sevîn Îbo (Rotînda Leylûl), Merwan Xelîl (Hesinkar Heleb), Xebat Kedro (Xebat), Mustefa Bîlal (Çekdar Efrîn), Harûn Şêx (Denîz Efrîn), Abdullah Şêxo (Zinar Bakur), Ehmed Mele (Birusk Zagros), Feysel Seydo (Murad), Agir Efrîn, Cûdî Hemdek (Cûdî Rustem), Xalid Cemo (Xalid Cemo), Yûsif Tekîn (Yelmaz Cizîr), Mihemed Hebîb (Şoreş Efîrn), Xalid Elo (Efrîn Efrîn), Şadî Calo (Xabûr Efrîn), Mihemed Elîko (Ferman Bilbil), Abdulrehman Mihemed (Egîd Şerqiya), Mihemed Osman (Mordem Colemêrg), Kênco Şebabo (Kênco), Elî Îbiş, Mihemed El-Ehmed (Mihemed El-Ehmed)  û Mezlûm Silo (Zagros Mabata).

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Berko axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Berko banga yekitiyê li hêzên Kurdî û serhildana li dijî dagirkeriyê kir.

Bi navê Kongreya Star, endama rêveber a kongreyê Hêvî Silêman jî axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina dewletên mêtînger êrişên xwe li ser herêmên Başûêr Kurdistanê didomîne. Her wiha bêdengiya hikumeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

Endama Komîteya Rêveber a PYD‘ê Hediya Yûsif soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Dewleta Tirk a dagirker li ber çavê cîhanê komkujiyan li dijî gelê Kurd pêk tîne. Di êrişên xwe de di serî de netewa demokratîk dike hedef a ku hemû gel û pêkhateyên Kurdistanê hembêz dike. Dewlet Tirk dibêje ew şerê terorê dike, lê ya şerê Kurd, Ereb, Asur, Suryan û hemû gelên li herêmê dijîn dike hedef da ku îradeya wan têk bibe."

Hediya Yûsif diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên ser Şengal, Mexmûr bi erêkirina hikumeta Iraq û NATO‘yê pêk hat. Ev êriş dê rast tolhildan û bersiva tund were.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şeremzarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

ANHA