Çavkanî: Çeteyên ku li Lîbyayê tên kuştin li Efrînê tên veşartin

Hate ragihandin ku cenazeyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku di şerê li Lîbyayê de têne kuştin li bajarê Efrînê têne veşartin.

Çavkanî: Çeteyên ku li Lîbyayê tên kuştin li Efrînê tên veşartin
15 hezîran, 2020   13:38
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê re gotin çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên ku di şerê li Lîbyayê de hatine kuştin di goristana Yalanqoz a navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî têne veşartin.

Her wiha hate gotin ku goristan ji bo çeteyên ku li Lîbyayê têne kuştin hatiye veqetandin û niştecihên resen nema dikarin miriyên xwe di goristana gund de veşêrin.

ANHA