Partiya Kesek êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Partiya Kesek a Kurdistanê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk  a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û got: "Çawa dewleta Osmanî Ermen û Suryan qir kirin sulaleya wê Tirkiyê qirkirina gelê Kurd ê aştiyane didomîne."

Partiya Kesek êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
15 hezîran, 2020   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Waregeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmur) û qadên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomin.

Partiya Kesek a Kurdistanê daxuyaniyek nivisîkî weşand û got: "Madem gelekî têkoşer heye ku di oxira parastina xaka welatê xwe Kurdistanê de şehîd wê Tirkiyê nikaribe armancên xwe bighîne serî."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, dewleta Tirk a faşîst li kuderê be şerê gelê Kurd ê aştîxwaz dike, ji bo vê dewleta faşîst Kurd ê baş kurdê mirî ye.

Her wiha hate diyarkirin ku "Çawa dewleta Osmanî Ermen û Suryan di sînorê dewleta xwe ya mêtînger de qir kirin, vaya sulaleya wê dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd ê aştxwaz qir bike da ku bi temamî dest deyne ser xakê. Madem gelekî têkoşer heye ku di oxira parastina xaka welatê xwe Kurdistanê de şehîd wê Tirkiyê nikaribe armancên xwe bighîne serî."

Partiya Kesk a Kurdistanê êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmurê şermezar kir got: "Em piştevaniya xwe bi tevgera azadiya Kurdistanê di têkoşîna xwe ya li dijî dewleta faşîst diyar dikin da ku gelê me yê Kurd li ser axa welatê xwe Kurdistanê mafên xwe yên rewa bi dest bixîne."

ANHA