Navenda Tenduristiyê ya Meyselûn dîsa dikeve xizmetê

Navenda Tenduristiyê ya Meyselûn a li bajarê Qamişlo ku beriya 5 salan hatibû şewitandin careke din dikeve xizmetê.

Navenda Tenduristiyê ya Meyselûn dîsa dikeve xizmetê
Navenda Tenduristiyê ya Meyselûn dîsa dikeve xizmetê
Navenda Tenduristiyê ya Meyselûn dîsa dikeve xizmetê
Navenda Tenduristiyê ya Meyselûn dîsa dikeve xizmetê
Navenda Tenduristiyê ya Meyselûn dîsa dikeve xizmetê
Navenda Tenduristiyê ya Meyselûn dîsa dikeve xizmetê
15 hezîran, 2020   13:44
QAMIŞLO

Di 31‘yê Gulana 2015‘an di navenda Tenduristiyê ya Meyselûn a bajarê Qamişloyê de şewat derketibû, di encamê de 18 kes ku piraniya wan jin û zarok û xebatkarên navendê bûn jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bidawîbûna xebatên çaksazkirinê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê navend careke din vekir.

Bi dehan şênî û xebatkarên tenduristiyê di merasîmê vekirina navendê de amade bûn.

Hevseroka Navenda Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Raperîn Hesen axivî, vekirina navendê li şêniyan pîroz kir û got amranca wan xizmeta şêniyan bikin.

Di navendê de 4 bijîşk, 10 kes ji rêveber û hemşîre dixebitin. Di navendê beşên zarok, jin, hundirîn û dermanxane hene û labratiwareke tê amadekirin.

Li gorî rêveberên navendên dê derman bê pere li nexweşxan werin belavkirin.

ANHA