Jinên filistînî û Kurd êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Weqfa Newroz û Weqfa Jinan a Filistînê ya li kampa Burc El-Beracine ya li paytexta Lubnanê Beyrûtê, bombebarana artêşa Tirk a li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, kampa Mexmûrê û herêmên Şengalê şermezar kir.

Jinên filistînî û Kurd êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
15 hezîran, 2020   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxuyaniyeke hevbeş bi navê jinên girtî yên filistînî yên di girtîgehên Îsraîlê de û jinên girtî ên di tevahî girtîgehan de, bang li civaka navneteweyî hate kirin ku parastina koçberên li kampa Mexmûrê û herêmên Şengalê bikin.

Her wiha daxuyaniyê amaje pê kir ku ji beriya 13 salan ve girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan bi îşkenceyê re rû bi rû dimîne û rejîma Îranê bi hemû rê û rêbazan dixwaze vîna Zeyneb Celaliyan bişikîne.

Di dawiya daxuyaniyê de jinan da zanîn ku ew di wê baweriyê de ne ku desthilata Îranê vîrusa koronayê wek çekekê bi kar tîne û bi vê yekê dê hikmê mirinê li sedan girtiyên siyasî bibire.

(eh)