‘Tişta ku DAIŞ li hember pêkanîna wê aciz bû, Tirkiyê temam dike’

Gerînendetiya Kar û Barên Êzidiyan diyar kir ku Tirkiyê hewl dide tişta ku çeteyên DAIŞ’ê nikarî bikira û li hemberê aciz bûn, temam bike û nasnameya Kurd ji kokê ve biqelîne, her wiha bang li gelên Kurdistan û Kurdistaniyan kir ku li hember sûcên dewleta Tirk serî hildin.

‘Tişta ku DAIŞ li hember pêkanîna wê aciz bû, Tirkiyê temam dike’
15 hezîran, 2020   10:00
QAMIŞLO-BOTAN HUSÊN

Gerînendeyê Buroya Kar û Barên Êzidiyan a herêma Firatê Cubêr Şêx Suleyman êrişên dewleta Tirk li dijî Şengal, kampa Mexmûr a başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û wiha got: "Cîhan dizane nêzî 50 malbatên Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê hene, ji destpêka êrişên çeteyan li dijî Şengalê de xwe amade dikin ku vegerin, lê tên astengkirin. Her wiha duh Şengal hat bombebarankirin, ev jî nîşaneya nehiştina vegera şêniyên Şengalê ya warên xwe ye."

Şêx Suleyman bal kişand ser ku hedef ji vê êrişa li dijî Şengalê bi taybet qirkirina koka Kurd e û wiha axivî: "Dewleta Osmanî bi dehan komkujî li dijî Êzidiyan pêk anîne, niha jî hewl dide tişta ku li hember çeteyên DAIŞ’ê aciz bûn û nikarîn pêk bianiya, temam bike, ew jî qirkirina nasnameya Kurd ji kokê ve ye."

Cubêr diyar kir ku gelê Kurd di merheleyeke hesas re derbs dibe, divê hêzên Kurd û Kurdistanî yekparebûnê çêkin û wiha domand: "Heke hêzên Kurd û Kurdistanî nebûn yek dê bên qirkirin, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker derkeve."

Cubêr li dawiyê bang li gelê Kurd, bi taybet gelê Êzidî yên li derveyî welat kir ku dakevin qadan û serî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hildin.

(fr)

ANHA