Dewleta Tirk sewqiyatên leşkerî dişîne herêma Biradostê

Artêşa Tirk a dagirker şandina sewqiyatên leşkerî ber bi herêma Biradost li bakurê Hewlêrê zêde kirin, her wiha sewqiyatên xwe li nêzî baregeheke pêşmergeyên PDK’ê bi cih kirin.

Dewleta Tirk sewqiyatên leşkerî dişîne herêma Biradostê
15 hezîran, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Şengal, kampa Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî li herêma Biradostê ya bakurê Hewlêrê zêde kirin.

Li gorî Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên herêmî, artêşa Tirk a dagirker hebûna xwe ya leşkerî li Biradostê bi taybet li herêma Çiyadîl xurt kiriye.

Çavkaniyan pişrast kir ku sewqiyatên artêşa Tirk a dagirker li nêzî baregeheke pêşmergeyên PDK’ê hatine bicihkirin.

Li gorî çavkaniyan, di sewqiyetên leşkerî de alavên giran ji bo kolanê û vekirina rêyên çiyayî hene.

(fr)