Rêya Ebyed alternatîfa rêya M4 e

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê projeya ziftkirina Rêya Ebyedê ya di navbera herêmên Cizîr û Reqayê de da destpêkirin. Lêçûna projeyê 6 milyar lîreyên Sûrî ye.

Rêya Ebyed alternatîfa rêya M4 e
15 hezîran, 2020   05:54
REQA- EHMED ESAF

Piştî ku dagirkeriya Tirk rêya diwelî ya M4 girt, pêwîstiya herêmê ji bo herêma Cizîrê bi herêmên din ve girê bide, bi rêyekî hebû.  Ji ber wê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi koordîneya Desteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi projeya qîrkirinaRêya Ebyed kir ku bajarê Reqa, Dêrazor û Hesekê bi hev ve girêdide.

Dirêjahiyê rêyê derdora 155 kîlometre ye.  Ji bajarokê Kerama yê rojhilatê Reqayê dest pê dike, gundên Ebû Xeşeb û Um Medfaa yên bakurî Dêrazorê di nav xwe de digire û çarxerêya Panoramayê ya têketina bajarê Hesekê li aliyê başûr ve bi dawî dibe.

Piştî ku rêya M4 hate qutkirin Rêya Ebyed gelek zirar  dît. Ji ber ku ji bilî wesayîtên taybet û yên veguhertina, siwareyan tevahî wesayîtên baziranî û yên petrolê tê re derbas dibin. Tê zanîn ku Rêya Ebyed rêyeke çandinî ye ne ya derbasbûna kamyonên mezin e. Firehiya rê 5 metre derbas nake û du erebe nikar terzî hev rê derbas bibin. Bi taybet jî erebeyên mezin.”

Piştî lêkolînakirina li ser projeyê derket ku dê lêçûna wê bi qasî 6 milyar lîreyên Sûrî be.

Xebatên destpêkê yên projeyê hatin destpêkirin. Ji firehkirina rê û raxistina tebeqeya yekemîn û amadekirina  cihên herîka avê pêk tê. Li gorî berpirsan proje dê bi kêmanî 6 mehan dewam bike.

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê û berpirsê projeya qîrkirina Rêya Ebyed endizyar Ehmed El-Xidir got: "Ev rê di bibe rêyeke stratejîk piştî ku Tirkiyê ya dagirker rêya diwelî qut kir. Ji ber vê ji Rêveberiya Xweser hate xwestin ku rêyeke alternatîk bibîne ew jî Rêya Ebyed ye."

El-Xidir diyar kir ku xebata projeyê dê li gorî du pêvajoyan were meşandin, ya yekemîn ji bajarokê Kerama heta gundê Um Medfaa bi dirêjahiya 95 km were qîrkirin û ya din ji Um Medfaa heta Hesekê bi dirêjehiya 60 km dê were qîrkirin.

El-Xidir destnîşan kir ku pêwîst heye ku ev rê bi temamî ji nû ve were sererastkirin û firehkirin ku bibe 7 metre  nîvî û 3 mîrteyên din li aliyê rê.

Rêya M4 23‘ê Gulanê bi garantiya Rûsyayê  ji nû ve hate vekirin. Lê çeteyên Tirkiyê li gorî vê tevengeriyan. Li aliyekî din sivîl ji kiryarên talankirin û diziyê ditirsin, lew re di Rêya Ebyed de derbas dibin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kJXDBBvYjXc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>