El-Mismarî: Divê hesabê sûcên li Lîbyayê ji Erdogan werin xwestin

Berdevkê artêşa Lîbyayê Lîwaa Ehmed El-Mismarî da zanîn ku dewleta Tirk li Lîbyayê sûcên dermirovî pêk tîne, lewma divê Erdogan were cezakirin.

El-Mismarî: Divê hesabê sûcên li Lîbyayê ji Erdogan werin xwestin
15 hezîran, 2020   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ehmed El-Mismarî anî ziman ku serokkomarê Tirkiyê hewl dide petrola li Lîbyayê serwer bike, lê ew ê xewna xwe bi ser nexe, li gel vê yekê serokkomarê Tirkiyê di derbasbûna Sirtê de jî bi ser neket. Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku herêmên petrolê ji şîrketên petrolê yên biyanî jî pêk tên, ev jî wê wateya ku li dijî van herêman dijminatiyeke navdewletî heye.

El-Mismarî parve kir ku helwesta leşkerî li gorî planên fermandariya giştî bi rê ve diçe, her qonaxek xwedan planekê ye, niha jî hêzên Wîfaqê zehmetiya vê yekê dikişînin û lewma zirarên madî û windahî hene.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Erdogan hewl dide helwestan komî ser hev bike û careke din hêzên û çekan bişîne, heft keştiyên şer li peravên Lîbyayê hene û Erdogan bi hemû hêza xwe amadekariya şer dike."

Ehmed El-Mismarî diyar kir ku erêkirina hikumeta Wîfaqê ya li ser çûna dan û standinan ne cidî ye û hîn jî hêzên xwe dişîne, di heman demê de jî ji Tirkiyê û heta bi Mesrata, Miêtîqa û Ziwara pireke asîmanî û deryayî heye.

Artêşa Lîbyayê yekşema derbasbûyî hesabê êrişên hêzên Wîfaqê yê li ser Sirtê ya li naverasta Lîbyayê  kir lewma alîkariya yekîneyên leşkerî yên li wir kir û teqemenî şand eniyên bajêrê.

(eh)