Hediya Şemo: Tirkiyê bi êrişên xwe çanda Kurd a kevnar dike hedef

Endama Tevgera Jinên Êzidî Hediya Şemo got: "Tirkiyê bi êrişên xwe yên li ser Şengalê dîrok û çanda Kurd a kevnar dike armanc. Ev êrişî piştî vegera Şengaliyan li warê xwe pêk hat."

Hediya Şemo: Tirkiyê bi êrişên xwe çanda Kurd a kevnar dike hedef
14 hezîran, 2020   23:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Tevgera Jinên Êzidî Hediya Şemo ji ANHA‘yê got: "Piştî ku gelek malbatên Êzidî yên ji ber êrişên2014‘an ên çeteyên DAIŞ‘ê koçber bibûn biryara vegerê dan, dagirkeriya Tirk dest bi êrişên xwe yên li ser Şengalê kir."

Di nava du rojên dawî de zêdeyî 40 malbatên Êzidî vegeriyan warê xwe Şengalê.

Hediya Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe armanc dike ku êzidî ji war û çanda xwe ya Kurd a resen dûr bikevin.

Hediya Şemo her wiha anî ziman ku tiştê ku çeteyên DAIŞ‘ê nedikarî li dijî kurdan pêk bîne, dewleta Tirk dixwaze temam bike û got: "Di dirêjahiya dîrokê de Êzidî ji ber destê kalikên Tirkan Osmanî gelek komkujî dîtin."

Hediya Şemo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku êrişên Tirkiyê di salvegera qirkirina Ermenan de hat ya ku Omaniyan pêk anînbûn û got, armanc jê qirkirina çandên resen û kêmnetewan e.

ANHA