Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî sedema taloqkirina pêşwazkirina koçberan eşkere kir

Ji ber derfetên kêm û hejmara konan a kêm, rêveberiya kampa koçberên Girê Spî ji bo pêşwazkirina koçberan zehmetiyan dikişîne. Her wiha rêveberiya kampê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin da ku zêdetirî 111 malbatên koçber ên ku dixwazin di kampê de bimînin,  wergirin.

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî sedema taloqkirina pêşwazkirina koçberan eşkere kir
14 hezîran, 2020   07:03
EYN ÎSA

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker ên di 9`ê Cotmeha 2019`an de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar kes ji malên xwe koçber bûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşwakirina koçberên Girê Spî û Serêkaniyê du kamp ava kirin.

Rêveberiya kampa Girê Spî piştî ku êdî nikare koçberan pêşwaz bike, bi awayekî demkî derbasbûna 111 malbatên koçber ji kampê re rawestand, heya ku pêdiviyên bingehîn û konan ji wan re peyda bike.

Her wiha rêveberiya kampê wek tedbîrek hişyariyê ji ber pandemiya Koronavîrusê, pêşwazkirina koçberan zêdetirî du mehan rawestandibû. Lê bi destpêkirina Hezîranê re careke din dest bi pêşwazîkirina koçberan kir.

Rojane bi dehan malbatên koçber ên kantona Girê Spî û gundewarên wê ji ber şertên koçberiyê yên dijwar li cihên ku tê de diman, berê xwe didin kampê.

Der barê sedemên taloqkirina pêşwazkirina koçberan de hevserokê rêveberiya kampê Mihemed Şêx Elî ji ANHA’yê re axivî û got: “Pêdiviyên bingehîn ji bo pêşwazîkirina koçberan ji mînder (sifinc), kon, betanî û madeyên xwarinê di nav kampê de xilas bûne. Ji ber wê nikarin hejmareke din ji koçberan pêşwaz bikin. Rojane deh malbatên koçber tên kampê û rewşa hemûyan a jiyanî gelekî dijwar e. Hejmara malbatên ku hatine belgekirin û derbasbûna wan ji kampê re hatiye taloqkirin 111 malbat in."

Têkildarî karîna kampê ji bo pêşwazîkirina koçberan, Şêx Elî got: "Ger kon û pêdiviyên din ên girîng werin peydakirin, em dikarin 500 malbat jî pêwşazî bikin."

Şêx Elî bang li aliyên têkildar û rêxitinên mirovî kir ku desteka pêwîst ji kampê re pêşkêş bikin da ku karibin malbatên koçber pêşwazî bikin.

Di nav kampê de 3 hezar û 380 koçber di nava 778 konan de dimînin. Rêveberiya Kampê du konan dide malbata ku hejmara endamên wê 8 derbas dikin.

Kampa koçberên Girê Spî piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, di 22`yê Mijdara 2019`an de ji bo pêşwazîkirina koçberên kantona Girê Spî, gundewarê wê û gundewarê navçeya Eyn Îsayê hate avakirin.

(şx)

ANHA