Malbateke efrînî aqûbeta ferdên xwe yên revandî pirsîn

Malbata Reşîd Arif ji Efrînê ye. Du ferdên malbatê, yek ji aliyê hikumeta Sûriyê  û herduyên  din ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatine revandin. Malbat pirsa aqûbeta ferdên xwe dike.

Malbateke efrînî aqûbeta ferdên xwe yên revandî pirsîn
14 hezîran, 2020   07:23
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM – MEDYA HENAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja dagirkirina kantona Efrînê, di 18‘ê Adara 2018‘an de sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen didomînin. Armanc koçberkirina şêniyan e, da kû planên xwe yên guhertina demografîk û vejandina serdema Osmanî pêk bînin.

Malbata Reşîd Arif ji gundê Bîbîka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye. Leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker,  beriya sal û nîvekê ji malbatê ciwanê bi navê Ehmed Reşîd Arif ê 23 salî  revand. Heta niha aqûbeta Ehmed ne diyar e.

Ji malbatê, ciwanekî din ê bi navê Mazlûm Reşîd ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hatiye girtin û di girtîgeha Seydnaya ya bajarê Şamê de ye.

Piştî salekî ji revandina Ehmed Reşîd, çeteyek agahî dan hevjîna wî Nadiya Silêman ku hevjînê wê di girtîgeha "Seco" ya herêma Ezazê de ye û dixwaze wê bibîne.

Dema ku Nadiya digihêje girtîgehê da ku hevjînê xwe bibîne ji aliyê çeteyên "El-Hemzat" ve tê revandin. Nadiya ji yek ji jinên revandî yên ku di girtîgeha çeteyên "El-Hemzat" de ye ku di demên dawî de dîmenê wan belav bibû.

Nadiya niha di girtîgehên çeteyên El-Hemzatê ya li gundê Basûta yê navçeya Şêrawayê de ye. Çeteyan ji bo serbestberdana wê 250 hezar lîreyên Sûriyê fidiye ji malbata wê xwestiye.

Dayika Ehmed Reşîd,  Zayenb Mamo bang li civaka navdewletî kir ku bi lez mudaxele bike û çarenûsa kurê wê û hevjîna wî eşkere bike, sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlên Efrîna dagirkerî rawestînin.

Zeyneb Mamo  got: "Piştî kurê min Ehmed hate revandin me bihîst ku di girtîgeha Seco ya herêma Ezazê de ye. Çeteyên El-Hemzat bi siyaseteke qirêj hevjîna wî Nadiya Silêman jî revandin. Gunehê me çi ye li dijî me û xelkê Efrînê van sûcan dikin. Gunehê me ew e ku em Kurd in?"

Zeyneb anî ziman ku binpêkirinên hikumeta Sûriyê ne dûrî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne û ev tişt anî ziman: "Kurê min Mazlûm yê 30 salî ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hat girtin. Niha di girtîgeha Seydnaya ya Şamê de ye."

Zeyneb Mamo Nûrî bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku fişarê li hikumeta Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker bikin da ku kurên wê û hevjîna kurê wê di demek nêz de berdin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2z4IrYtHZC4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>