Şahîn: Krîzên Idlib, Lîbya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li hev dikin

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide wek dagirkerek mayînde li Sûriyê bimîne û statuyekê ji bo çeteyan ava bike.

Şahîn: Krîzên Idlib, Lîbya, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li hev dikin
14 hezîran, 2020   07:00
KOBANÊ - CÎHAN BÎLGÎN – HÊZA HESEN

Li ser mijara krîzên Lîbya, Idlib û êrişên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevserokê herêma Firatê Mihemed Şahîn got şer û krîzên van herêman bandorê li hev dikin û got: “Ger dewleta Tirk li Lîbyayê bi ser bikeve wê hewl bide ku statuya radîkal a îslamî li Rojhilata Navîn belav bike û di Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer kûr bike û dagirkeriya xwe mayînde bike.”

Şahîn encama plana dewleta Tirk a dagirker wek serwerkirina Sûriyê giştî di bin sîstema îslamî, nîjadperest şîrove kir û got: “Dewleta Tirk plan dike ku di ser Sûriyê re selteneta Osmanî vegerîne Rojhilata Navîn. Hemû pîvanên exleqî binpê dike û qanûnên navdewletî pêk nayne. Li ber çavên cîhanê talan, guhertina demografîk û sûcên mezin li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn û tîne. Dewleta Tirk şerekî li ser gelek astan dimeşîne ku di asta dîplomasî û siyasî de têk çû. Bi awayekî yekser bi çeteyên xwe re şerekî li ser erdê da meşandin. Her kes dizane ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke demokratîk heye. Niha şerê vê sîstemê dikin û pirsgirêkê di Sûriyê de zêdetir kûr dikin.”

‘ŞEWITANDINA ZEVIYAN, HEWLDANA HILWEŞANDINA ABORIYÊ YE’

Şahîn, şewitandina zeviyên şêniyan ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve, bi hewldanên têkbirina aboriya civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girê da û got: “Di rewşên krîzên aborî de ku civak dixwaze debara xwe bike, her wiha rewşa pandemiya Koronavirûsê ku di asta cîhanê de krîzeke mezin di aliyê aborî de çêkiriye, Qanûna Qeyser ku Amerîka li ser Sûriyê pêk bîne, di demeke bi vî rêngî de dewleta Tirk a dagirker zeviyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişewitîne. Bi van sûcan dixwaze di aliyê aborî de civakê hilweşîne. Jixwe ambargoyek aborî li ser herêmê hatiye danîn. Di her alî de dewleta Tirk vê bi kar tîne û hewl dide kûrtir bike.”

‘ALOZIYÊN LI IDLIBÊ DÊ KÛRTIR BIBIN’

Şahîn li ser krîza li Idlibê tê meşandin, diyar kir ku wê alozî kûrtir bibin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tenê li Idlibê bimînê û got: “Dewleta Tirk ji ber tengav bûye îtîfaqên ku li ser Sûriyê bi giştî tê kirin de ne berjewendiyên çeteyan ne, berjewendiyên gelê Sûriyê ne jî nêrîna opozîsyona Sûriyê tê de heye. Ji ber vê dewleta Tirk dixwaze di warên ku hatine dagirkirin de bimîne. Berê çeteyan dide Lîbya, Idlibê, her wiha çiyayên Kurdistanê jî. Bi vî şeklî van çeteyan bi kar tîne. Aloziyên ku niha li Idlibê hene wê kûrtir bibin, ger zexteke mezin li ser dewleta Tirk bê kirin, li gorî îtîfaqa ku di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê berê de heye wê xwe ji hêzên çete xilas bike, paşê jî dixwaze li Idlibê her wiha di warên dagirkirî de tenê bimîne.”

‘TIRKIYE Û ÎRAN LI SÛRIYÊ NAMÎNIN’

Şahîn tevgera Rûsyayê ya li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker ên li Idlibê jî ev nirxandin kir: “Rûsya Sûriyê wek komarekî Sovyet ji xwe re dihesibîne. Helwesteke zelal dide nîşan ku dibeje di Sûriyê de yek hêzêke biyanî tê de nemîne. Ev jî tê wateya ku di Sûriyê de wê tenê  hêzên Rûsyayê bimînîn ji ber ku îtîfaqên demdirêj di demên berê de bi hikumeta Sûriyê re heye, niha jî siyaset di vê çarçoveyê de dide meşandin."

‘TIRKIYE Û RÛSYA LI SER SÛRIYÊ LI HEV NAKIN’

Peymanên ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de têkildarî rewşa Idlib pêk tên, Şahîn wek peymanên demkî, bêçareserî bi nav kir û got: “Siyaseta Rûsyayê di Sûriyê de cûdayî berjewendî û projeyên dewleta Tirk e. Di hinek xalan de ger berjewendiyên her du dewletan bigihêjin hev, helbet ev wê ne li Sûriyê lê li cihên cuda bin. Tiştên ku li ser rûye erdê dide dixuye, heya niha Rûsya û Tirkiye ji bo Sûriyê negihaştine îtifaqê. Tenê di îtîfaqên demkî de ji bo rawestandina şer bi awayekî demkî didin meşandin. Lê heya niha îtîfaqeke stratejîk û daîmî li ser rewşa Idlibê nedane meşandin. Ji bo wê dê li Idlibê dem demî şer rûbide, wê alozî jî kûrtir bibin.”

Şahîn got rewşa Idlibê ber bi ku derê ve diçe, ne diyar e û got: “Dewleta Tirk jî hêzên xwe yên giran derbasî Idlibê dike, ji bo ku ne Idlib ne jî warên din ên ku dagirkeriyê ji dest bide. Rewşa Sûriyê bi giştî ber bi ku derê ve diçe, ne zelal e. Sedema wê jî gelek destwerdan ji aliyê dewletan tên kirin û Idlib jî perçeyek ji vê rewşa heyî.”

‘TIRKIYE HEWL DIDE STATUYÊ JI TERORÎSTAN RE AVA BIKE’

Li ser destwerdana dewleta Tirk di Lîbyayê de jî Şahîn destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn li ku derê derfet bibîne, dê destwerdana wê bike û got: “Dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne ciwanên Sûriyê wek çete û terorîst bi kar tîne û berê wan dide Lîbyayê. Tu berjewendiyên ciwanên Sûriyê li Lîbya tune ne.  Dewleta Tirk arteşeke bi vî rengî ava kiriye ku dixwaze wekî “artêşa Mihemedî” ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş bike. Serokê Meclisa Serokatiya Hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê Fayîz El-Serac jî desteka xwe dide dewleta Tirk û di xizmeta wê de ye. Serkeftin û binkeftina dewleta Tirk li Lîbyayê wê bandorekê li Sûriyê jî bike. Serkeftina dewleta Tirk li Lîbyayê wê statuyeke terorîst, îslama radîkal ava bike. Wê bibe kaniyek ji bo ku terorê li cîhanê belav bike.  Îro ciwanên Sûriyê li Lîbyayê bi kar tînin. Dema ku bingehek çêbe, wê wan ciwanan li dijî gelê Sûriyê jî bi kar bîne.”

‘DEWLETA TIRK ŞERÊ XWE LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BERFIREH DIKE’

Şahîn anî ziman ku şerê li Idlib, Lîbya û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, bandorê li hev dikin û got: “Hêzên ku niha destek didin her dû aliyên li Lîbya’yê di heman demê destek didin hêz û çeteyên li Idlibê jî. Kîjan proje li Sûriye, Lîbya û Rojhilata Navîn serbikeve wê bixwazin wê projeyê li warên din jî bi serbixin. Ger dewleta Tirk li Lîbya biserbikeve wê hewl bide ku statuya radîkal ya îslamî li Rojhilata Navîn û bi taybet di Sûriyê de biser bixe. Her wiha li Sûriyê taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê xwe berfirehtir bike.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RfeZ2CytNj8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>