​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-6-2020`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-6-2020`AN
13 hezîran, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Pêngava Tunekirina Terorê ya ku QSD‘ê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê li bejahiya Hesekê û Dêrazorê daye destpêkirin, dê were şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê û endamê Nivîsgeha Ragihandinê ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê got Ezher Ehmed: “Ji bo ku yekitî pêk were divê aliyên Kurd ji dagirkerên Kurdistanê dûr bikevin.” Her wiha  nêrîna şovînîst a  teng û nîjadperestî ya hinek partiyan ji yekîtiya Kurd  re, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ciwanê bi navê F.E, salekî di girtîgehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Helebê dimîne. Di wê demê de rastî her cûre heqaret û îşkence tê.  Her wiha dibe şahidê qetilkirina gelek kesan. F. E qala îşkenceya girtîgehên dagirkeran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata Reşîd Arif ji Efrînê ye. Du ferdên malbatê, yek ji aliyê hikumeta Sûriyê  û herduyên  din ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatine revandin. Malbat pirsa aqûbeta ferdên xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber derfetên kêm û hejmara konan a kêm, Rêveberiya Kampa koçberên Girê Spî ji bo pêşwazîkirina koçberan zehmetiyan dikişîne. Her wiha Rêveberiya Kampê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin da ku zêdetirî 111 malbatên koçber ên ku dixwazin di nav kampê de bimînin, pêşwazî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûriyê de ji ber têkçûna aborî xwepêşandan û nîşaneyên xwepêşandanên bêdeng rabûne. Tirkiye hewl dide ji dudilya navxwe ya Amerîkayê sûdê werbigire û gavên xwe di Lîbyayê de dirêj bike. Li Lubnanê jî rewş ber bi aloziyê ve diçe. (BI WÊNE).

- Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Lubnanî Serkîs Ebû Zeyd got: “Aloziya siyasî ya Lubnanê gelek aliyên wê hene, hundirîn, herêmî û navdewletî. Tirkiye hewl dide rewşa Lubnanê aloz bike da ku hegemoniya xwe ferz bike.” (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Mihemed Şahîn destnîşan kir ku Rûsya plana derxistina dewleta Tirk û Îranê ji Sûriyê dide meşandin û got: “Li dijî vê plana Rûsya, dewleta Tirk ji bo tenê wekî dagirkerek li Sûriyê de bimînê û statûyek çeteyan ava bike, tevdigerê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Seroka Desteya Jin a kantona Efrînê Zelûx Reşîd bang li tevahiya jinên cîhanê kir û got: “Li dijî tundiya ser jinan û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê dakevin qadan. Li ber saziyên NY`î xwepêşendanan lidar bixin, ji bo ku mafên jinên ku rastî tundiyê tên, biparêzin û rê li pêşiya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bigirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA