Ebû Zeyd: Tirkiye hewl dide hegemoniya xwe li Lubnanê ferz bike

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Lubnanî Serkîs Ebû Zeyd got: “Aloziya siyasî ya Lubnanê gelek aliyên wê hene, hundirîn, herêmî û navdewletî. Tirkiye hewl dide rewşa Lubnanê aloz bike da ku hegemoniya xwe ferz bike.”

Ebû Zeyd: Tirkiye hewl dide hegemoniya xwe li Lubnanê ferz bike
14 hezîran, 2020   05:30
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Lubnanî Serkîs Ebû Zeyd di hevdîtinek taybet ji ANHA‘yê re got: "Aloziya siyasî ya Lubnanê gelek aliyên wê hene, hundirîn, herêmî û navdewletî. Aliyên van tevgeran pir in, hinek xwedî bernameyek aborî û civakî ne. Hinek din jî hewl didin daxwaz û xwepêşendanên gel bikar bînin û peyamên siyasî ji bo hilweşandina hikumetê derbas bikin. Guhertin di hevsengiyên hêzan de çêbikin, berxwedanê û hevalbendên wê dorpêç bikin û têkiliyan bi Sûriyê re qut bikin."

Ebû Zeyd wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her komek dixwaze vê tevliheviyê bikar bîne û ajandeyên xwe derbas bike. Ji ber ku piraniya hêzan parçe dibin. Parçebûn di tîma 14`ê Adarê de, tîma herî zêde ku desteka hikumetê dike, tevgerên opozîsyonê û xwepêşendanên ku li dar dikevin de jî heye."

Ebû Zeyde bal kişand ku gelek aliyên Lubnanê bi ajandeyên derve ve girêdayî ne û wiha pêde çû: “Hinek bi Tirkiyê ve girêdayî ne, bi taybet li bakur û hinek herêmên din. Tevgerên diyar di vî warî de hene ku sûd ji hinek gundên Turkmen digirin. Ev hez Tirkiye desteka wan dike û di xwepêşendana de ala Tirkiyê radikin û dilsoziya xwe bi Tirkiyê destnîşan dikin. Di encamê de zaîfbûn û parçebûne yekîtiya niştîmanî çêbû û bû sedema afirandina tevliheviyekê.”

Ebû Zeyd banga pêwîstiya hebûna nêrînek lubnanî ya hevpar û lidarxistina kongreyek niştîmanî kir û got: “Ji bo nêrîn û bernameya niştimanî bikin yek, rê li pêşiya parçebûna Lubnanê û xirabbûna wê were girtin,  pêwîstî bi lidarxistina kongreyek niştimanî heye.”

ANHA