Dewleta Tirk li Helsînkiyê hate şermezarkirin

Kurdên li paytext Fînlandiyayê Helsînkiyê li hev kom bû, êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Dewleta Tirk li Helsînkiyê hate şermezarkirin
13 hezîran, 2020   14:07
HELSÎNKÎ

Kurdistaniyên li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û tevgera jinê hate organîzekirin.

Di çalakiyê de al û sembolên şoreşa Rojava, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û wêneyên Endamê Komîteya  Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ê di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a dagirker a 27’êm Gulanê li Bradostê de şehîd bûbû, hatin hildan û pankartên şermezaririna êrişên dewleta Tirk hatin vekirin.

Di çalakiya ku bi qasî saetekê dewam kir axaftin hatin kirin. Di axaftinan êriş û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

ANHA