Weqfeya Jina Azad buroya xwe li Tebqayê vekir

Weqfeya Jina Azad bi merasîmekê buroya xwe li herêma Tebqayê vekir.

Weqfeya Jina Azad buroya xwe li Tebqayê vekir
Weqfeya Jina Azad buroya xwe li Tebqayê vekir
Weqfeya Jina Azad buroya xwe li Tebqayê vekir
Weqfeya Jina Azad buroya xwe li Tebqayê vekir
13 hezîran, 2020   15:35
TEBQA

Buro bi armanca desteka madî û civakî û vekirina projeyên biçûk ji bo jinan li çarxerêya Şehîdan hate vekirin.

Bi dehan jinên herêmê Tebqayê, nûnerên buroweqfeyê yên herêmên Cizîr û Firatê, endamên û rêveberên melisên jinan ên herêma Tebqayê di merasîmê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Weqfeya Jina Azad a kantona Kobanê Emîna Mihemed vekirina buroyê li jinên herêmê pîroz kir û got: "Ev gav dê rola jin û tevlêbûna wê ya nava civakê bi hêz bike. Armanca me ya vekirina buroyê piştevaniya hemû çalakiyên perwerdekirina jinan  û rizgarkirina wan ji qeydên civakê ye da ku rola xwe ya pêşeng di qadên siyasî, leşkerî û aborî vegerîne."

Emîna anî ziman ku buro bi rêya dewreyên mîna dirûtin, wênesazî, peykersaz û hemşîretî destekê bidin jinên herêmê, her wiha got dê çalakiyên piştevaniya civakî ya bi zarokan re di nava dibistan û baxçeyên zarokan de û têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan organîze bikin.

Piştî axaftinan, deriyê navendê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin.

ANHA