Dîmenan dişînin ji sivîlan re û dixwazin hêviya vegera li warên xwe bişkînin

Dewleta Tirk û çeteyên wê bi zanebûn dîmenên hilweşandina malên sivîlan ji welatiyan re dişînin û xelkê jî da zanîn ku ew ê heta vegera li cih û warên xwe li ber xwe bidin.

Dîmenan dişînin ji sivîlan re û dixwazin hêviya vegera li warên xwe bişkînin
13 hezîran, 2020   12:43
EYN ÎSA

9 Cotmeha 2019`an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di encamê de bi hezaran şêniyên bajarên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn.

Koçberên Girê Spî-Til Ebyed li kampa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gundê Til Seman bi cih bûne û heta vegera li malên xwe ew ê li ber xwe bidin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi armanca guhartina demografiya herêmê malên sivîlan hilweşand û şewidandin û bi vê yekê rê  li pêşiya vegera sivîlan digirin û demografiya herêmê diguherînin.

Di hin dîmenan de ziyan û zirarên ku gihaştine malên sivîlan diyar dibe, li gel vê yekê dewleta Tirk van dîmenan ji xwedanên malan re dişîne û hewl dide hêviya vegera welatiyan qut bike.

Xwedanê maleke hilweşiyayî yê li bajarokê Silûkê û niha li kampa Koçberan a li Girê Spî ye(E E) anî ziman ku artêşa Tirk bi rêya şandina van dîmenan wan agahdar dike ku hêviya vegera li malê êdî qut bikin, mal û milkên wan hatin hilweşandin, lê dîsa jî welatiyê ku ji tirsa re navê xwe eşkere nekir bi israr e û got:  "Dê rojek were, em ê vegerin cih û warên xwe."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UE_0e189sJw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>