Di êrişeke DAIŞ’ê ya li bakurê rojhilatê Nigeriyayê de 59 kuştî

Duh çeteyên DAIŞ’ê li rojavayê Afrîkayê li gundê Philo êrişeke pêk anî, di encamê de 59 kesan li bakurê rojhilatê Nigeriyayê de jiyana xwe ji dest da.

Di êrişeke DAIŞ’ê ya li bakurê rojhilatê Nigeriyayê de 59 kuştî
10 hezîran, 2020   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê komeke herêmî ya li dijî tundrawan ê bi navê Babiker Colo  ji AFP’ê re ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundê Philo ya kantona Gubbio ya wîleyeta Borno ye ku tê de kesên pez xwedî dikin hene, kir û di encamê de 59  welatiyan jiyana xwe ji dest da. 

Li gorî Babiker Colo, 59 cenaze hatin dîtin, jê hin bi gulebaranê hatibûn kuştin û hin jî çeteyan bi erebeyên pêlê kiribûn. 

Li aliyekî din jî fermandarê koma herêmî ya xweparastinê Ibrahim Lyman daxuyand ku ji ber êrişê 59 kesan jiyana xwe ji dest da, her wiha pezên gund tên dizîn, bi wê re jî şêniyan koma parastin û nobetdariyê ava kir.

ANHA