Li kampa Holê gavên nû

Hêzên Ewlekariyê di van kêliyan de beşê Muhacîrat jinûve bi rêxistin dikin û rê li pêşiya xeteriya vî beşî digirin, di heman demê de piştî daxuyaniya Rêveberiya Xweser hemû agahiyên malbatên li kampê bi rêya saziyên ewlekariyê û leşkeriyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên belgekirin.

Li kampa Holê gavên nû
Li kampa Holê gavên nû
Li kampa Holê gavên nû
Li kampa Holê gavên nû
Li kampa Holê gavên nû
10 hezîran, 2020   09:34
HESEKÊ

Di demeke ku pêngava Tunekirina Terorê berdewam dike de, saziyên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser û leşkerî li kampa Holê dest bi oparasyoneke berfireh kiriye. Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê ya Sûriyê, zêdetirî 30 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê li bi cih bûne, her wiha derdora 11 hezar kesên biyanî û zêdetirî 26 hezar penaber û koçberên ji Iraqê lê heye, lewma kampa Holê ji xetertirîn kamp e.

QSD`ê li ser banga rûspî û eşîran 4ê Hezîranê li herêmên başûrê kantona Hesekê û heta herêmên gundewarên bakur û rojhilat, gundewarên Dêrazorê û sînorê Sûriyê-Iraqê dest bi pêngava Tunekirina Terorê kir û di roja xwe ya heftemîn de berdewam e.

Hêzên Ewlekariyê  bi armanca pêşîlêgirtina aloziya ku dibe jinên DAIŞ`ê pêk bînin, li kampa Holê ji saet 2:00’an ve dest bi operasyoneke berfireh kir û li gorî lîsteya nû agahiyên malbatan belge dikin.

Hêzên Ewlekariyê ewlehiya derdora kampa parastin xurt kirin û aliyê Muhecîrat ji aliyên din ên kampê qut kir, ji saetên sibê de da ku tavilê agahiyan belge bikin û rê li pêşiya kombûna li nava kampê bigirin, qedexeya derketina derve ragihand.

Vê sibê têkildarî mijarê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û piştrast kir ku ew amade ye ewlehî û aştiyê misoger bike, li gel vê yekê bi rêya QSD`ê û hêzên ewlehiyê yên li nava kampê û bi hevkariya Koalîsyona navneteweyî dê ji nû ve detayên malbatên li aliyê Muhecîratan belge bikin.

Têkildarî xebata belgekirinê, berpirsa Hêzên Ewlekariyê yên li kampa Holê Êylol Rizgar diyar kir ku armanca wan ji rêxistinkirina malbatên li beşê Muhecîrat garantiya ewlehiyê û başkirina rewşa kampê ye, her wiha ji nû ve erşîfkirina malbatên li kampê bicihbûne çêkin, welatên van malbatan agahdar bikin ku bi erka xwe rabin.

Têkildarî rêxistinkirina sicilan, berpirsa beşê Zîlan Nebo parve kir ku ew îmzeyên hemû jinan û zarokan digirin, da ku nasnameya wan diyar bikin, her wiha DNA jî digirin, da ku bi malbatan re bikevin têkiliyê, her malbatek hejmarek ji wê re diyar kiriye.

Der barê girîngiya van xalan de Zîlan Nebo anî ziman ku bi rêya van gavan ew dikarin hejmara jinan û zarokên her welatekî nas bikin û bi welatên wan re bikevin têkiliyan, da ku rewşa wan çareser bikin.

(eh)

ANHA