Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir

Kongreya Star ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê, çalakiyek lidar xist.

Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir
Şêniyên Qamişlo sûcên dewleta Tirk şermezar kir
10 hezîran, 2020   10:00
QAMIŞLO

Li ser banga Kongreya Star şêniyên bajarê Qamişlo li çerxerêya şerqî (Rojhilatî) bajêr kom bûn û sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha li Bakurê Kurdistanê, şermezar kir.

Di çalakiyê de ji rêveberên Kongreya Star Melîca Heyder di vê der barê de daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a dagirker êrişî hêrêmên me dike, xaka me binpê dike. Li beramberî vê yekê jî cîhan bêdeng e û guh nade bûyerên ku li ser gelê me ji kuştin, tecawizkirina jinan, talankirina xêr û bêrên welêt, koçberkirina bi hezeran sivîl û bikaranîna siyaseta tirkirinê û guhertina demografî têne kirin.

Bêdengiya navnetewî der barê sûcên dewleta Tirk li dijî jinan sûceke nayê efûkirin û şaneyeke reş li ser eniya dewletên ku dibêjin ew parastina mafên mirovan dikin. Ew dewlet li beramberî van sûc û kiriyaran bê deng e.

Em bang li tevahî jinên cîhanê û rêxistinên jinan dikin ku destwerdanê bikin da ku sûcên dewleta Tirk bisekînin û bi yek deng û destî li dijî van sûcên hovane, bisekinin."

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana şehîdan, bidawî bû.

(bx)

ANHA