Rûsya amade ye bi DYA’yê re der barê Sûriye de diyalogê bike

Cîgirê wezîrê karên derve ya Rûsyayê Sergey Ryabkov piştrast kir ku Rûsya amade ye bi DYA’yê re bikeve diyalogê û li ser mijarên navdewletî û di nav de rewşa Sûriyê, biaxive.  

Rûsya amade ye bi DYA’yê re der barê Sûriye de diyalogê bike
10 hezîran, 2020   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Ryabkov di dan û standinên der barê têkiliyên Rûsya-DYA’yê de ku Meclisa Karên Derve ya Rûsyayê roja sêşemê li New Yorkê bi rê ve biribû, wiha got: “Em diyalogeke kûr bi rêya kanalên leşkerî bi DYA’yê re çêdikin û mekanîzmaya pêşîlêgirtina çêbûna şer di Sûriyê de bi awayekî baş pêk tê û divê ev mekanîzma ji bo rewşên din jî bê pêkanîn.” 

Ryabkov wiha lê zêde kir: “Em bi başkirina peymana di navbera Rûsya û DYA’yê de ya taybet bi sekinandina çalakiyên leşkerî yên xeter re ne. Em hêvîdar in û bi sûdgirtina ji tecrubeya Sûriyê ku lihevkirin pêk were, ji bo ku şaşiyên leşkerî yên xeternak pêk neyên.”

Ryabkov piştrast kir ku ew amade ne ku diyaloga xwe bi DYA’yê re berfirehtir bikin, ger heman hewldan ji DYA’yê jî hat.