Mijarên rojnameyên erebî – 10 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro der barê qeyrana aborî ya Sûriyê de nivîsî, her wiha mijara destwerdana Tirkiyê bo Lîbyayê û arîşeya di navbera Misir û Etiyopyayê de jî di rojevê de bûn.

Mijarên rojnameyên erebî – 10 Hezîran
10 hezîran, 2020   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: LI ŞAMÊ JI BO "ŞOPANDINA DOLAR" TEDBÎRÊN EWLEHIYÊ

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Sûriyê de nivîsîn, bi taybet der barê aloziya aborî de. Rojanameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Dezgehên ewlehiyê yên Sûriyê duh li Şamê ji bo rawestandina daketina nirxê lîreyê Sûriyê beramberî dolar, kete nava tevgerê.

Li paytexta Sûriyê rewşeke serferberiyê hebû, li deriyên têketina bajêr ên aliyên başûr hin bendên kontrolê dîsa hatin danîn , her wiha dewriye geriya, çavdêriya bazirganên pereyan dikin û yên ku bi dizî dixebitin, dişopînin.

Çavkaniyan ji Şerq El-Ewsat re ragihand ku dezgehên ewlehiyê her dolarekî ku dikeve sûkê, dişopînin.

EL-BEYAN: YEKITIYA EREBÎ HIŞYARÎ DA KU SENARYOYA SÛRIYÊ LI LÎBYAYÊ JÎ ÇÊBE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Yekitiya Erebî duh hişyarî da ku dewamkirina destwerdana hêzên derve dê nakokiya zêde bike û aloziya Lîbyayê kûrtir bike, her wiha diyar kir ku destwerdana Tirkiyê li Lîbya û Sûriyê û Iraqê bûye cihê aciziyê. Her wiha xwest ku hikûmeta Wîfaqê helwesteke erênî der barê `danezana Qahîreyê` de nîşan bide û got tu kes naxwaze senaryoya Sûriyê li Lîbyayê dubare bibe. Di vê navberê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) da zanîn ku derfetên pêkanîna diyaloga siyasî zêde bûne û dibe ku di demeke nêzîk de agirbest li Lîbyayê pêk bê.

Cezaîrê diyar kir ku ew amade pêşwaziya diyaloga di navbera aliyên Lîbyayê de bike. Cîgirê sekreterê giştî yê Yekitiya Erebî Husam Zekî diyar kir ku Yekitiya Erebî tu caran bawer nekiriye ku dê aloziya Lîbyayê bi kiryarên leşkerî bê çareserkirin, her wiha ji hemû aliyan xwest ku vê tiştê bawer bin û li hev rûnên, ji ber arîşeya Lîbyayê, Lîbya berî her tiştî ye.

Zekî der barê rola Yektbiya Erebî de ku nehêle senaryoya Sûriyê li Lîbyayê pêk bê, got: "Rewşa Sûriyê ji çarçoveya çareseriya Erebî derket, ev bûye mijara tirsekê li ser her kesî, kes naxwaze ku ev tişt li Lîbyayê jî dubare bibe".  Her wiha da zanîn ku Yekitiya Erebî amade ye erkên xwe pêk bîne, ev jî dê alîkariya lîbyayiyan bike ku arîşeyên xwe yên heyî çareser bikin.

E-EREB: JI BO LIHEVHATINA DER BARÊ BENDAVA EL-NAHDA DE DERFETA DAWÎN

Der barê arîşeya di navbera Misir û Etiyopyayê ya li ser bendava El-Nahdayê de, rojnameyê nivîsî: "Misir û Etiyopya bersiva vexwendiyan Sûdanê dan da ku diyaloga der barê bendava El-Nahdayê de dîsa dewam bikin, diyalog roja sêşemê bi konferanseke bi rêya videoyê pêk hat, di konferansê de DYA, komîseriya Ewropayê û dewletên başûrê Afrîkayê amade bûn.

Qahîre ji van hevdîtinan dilsar e, ji ber dereng pêk hat, piştî 3 hefteyan. Lewma werokariyê Misrê dixwaze ku demên diyalogê û bi dawîbûna wê bête diyarkirin, da ku nebe sedema xemsarî û derenghiştinê û nepêkanîna pabendiyên lihevhatina di navbera her sê dewletan a sala 2015`an", bi taybet ku dema tijebûna bendavê nêzîk dibe.

Di civîna Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Misirê ku roja sêşemê bi serokatiya serok Ebdifetah Elsîsî de, Qahîrayê disariya ji bo hevdîtinan der barê bendava El-Nahda de nîşan da, ev jî diyar dike ku vê carê dê di xelekeke vala de bigerin û bê encam bimînin.

Çavdêr dibêjin ku vegera Etiyopyayê bo ser maseya diyalogê, hêvî dide ku dibe bigihêjin lihevhatinekê, lê hin çavdêrên din dibêjin ku Etiyopya tu daxuyaniyên eşkere nedane ku wê helwesta xwe guheriye, berovajî wê sûd ji 4 mehên derbasbûyî girtiye û lez daye xebatên avakirinê.”

ANHA